Kartên pirştevaniya bi girtiyên nexweş re hatin şandin

13:40

 


JINHA


AMED – Bi boneya Hefteya Mafê Mirovan ji bo girtiyên nexweş yên li girtîgehan tên girtin li Postana Surê qart hatin şandin.


 Bi boneya Hefteya Mafê Mirovan ji bo girtiyên nexweş yên li girtîgehan tên girtin li Postana Surê qart hatin şandin. Endamên Desteya Rêveberiya ÎHD û Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Raci Bilici û Hevgirtina Tabibên Tirkiyê (TTB) jî di navê de gelek kes li ber Postana Surê hatin bahev bi wesîleya binpêkirinên mafan li girtîgehan û girtiyên nexweş yên dem dirêj li girtîgehan tên giritin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Raci Bilici axivî û diyar kir ku wan xwestiya di Hefteya Mafê Mirovan de li gel girtiyên nexweşbin.


‘Gireva birçîbûnê ya girtiyên kurd yên di girtîgehên Îranê de di roja 22’an de ne’


Racî balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Divê girtiyên nexweş bên berdan û ji derve tedawiya wan bê kirin. Di serî de girtiyên nexweş em daxwaza serbest berdana hemû girtiyên siyasî dikin. Di heman demê de ji bo pêvajoya çareseriyê ev gavek giringe. Îro gireva birçîbûnê ya girtiyên kurd yên di girtîgehên Îranê de di roja 22’an de berdewam dike. Di şertên herî zor de ji bo derfetên herî mirovî têdikoşin. Divê bersiv bê dayîna talebên wan û dawî li dardekirinê bê. Em weke STK li hemberî wê rewşa giran ya girtiyên di girtîgehên Îranê de nerazîbûna xwe tînin ziman.”


‘Mafê tenduristiyê ku mafek yê mirovan yê xwezayiye gelek tê binpêkirin’


Endamê Konseya Navenda TTB’ê Bijîşk Şehmuz Gokalp jî anî ziman ku li welat û tevahiya cîhanê mafê tenduristiyê ku mafek yê mirov yê herî xwezayiye gelek tê binpêkirin û wiha berdewam kir: “Ji bo em van binpêkirinan bidin raya giştî û raxin ber çavan em li vêderêne. Divê demek ji ya dinê zutir girtiyên nexwş sevkî tiba edlî bên kirin, nexweşiyên wan bên tesbît kirin û serberst bên berdan.”


Ji Rêveberiya ÎHD’ê Servet Ozer jî diyar kir ku her mirov xwediyê mafê tenduristiyê ne û wiha dom kir: “Di girtîgehan de 570 girtiyên nexweş hene û ji wan jî rewşa 228 girtiyan girane. Em daxwaz dikin demek ji ya dinê zutir girtiyên nexwş  serbest bên berdan.”


Piştî daxuyaniyê hemû yên beşdarî daxuyaniyê bûyîn ketin hindirê Postana Surê û kartên ku berê amade kiribûn ji girtiyên nexweş re şandin.


 (zt)