Berxwedana li ser sînor di roja 88'emîn de ye

13:44

JINHA


RIHA - Berxwedana bêhempa ya Kobanê di roja 88'emîn de dewam dike. Bi sedan welatiyên di çalakiya nobetê de ne berê xwe dan berxwedana Kobanê bi zincîra mirovan şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.

Bi berxwedana Kobanê re berxwedanek bêhemap ya li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê tê meşandin, weke herdemê îro jî çalakvanan bi zincîra mirovahiyê dest bi berxwedanê kir. Bi sedan welatiyên li gundê Mahserê bi destê hev girtin û berê xwe dan Kantona Kobanê ji bo kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji destdane rêzgirtin girtin. Zincîra mirovan ya li ser sînor bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Kobanê", "Silav silav ji Kobanê re hezar silav", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Piştî çalakiyê li gund dest bi xebatên paqijiyê hatin kirin.

(zt)