Polîtîkayên Îranê yê îdam kirinê hat protesto kirin

15:00

 


JINHA


WAN  - Şaxa TUYAD-DER'ê ya Wanê ji bo balê bikêşîne ser rewşa girtiyên siyasiyên kurd ên li Girtîgeha Urmiyê ku rastî nêzîkatiyên dijî mirovahiyê tên daxuyaniyek dan çapemeniyê.


Şaxa TUYAD-DER'ê ya Wanê ji bo balê bikêjin ser rewşa girtiyên siyasiyên kurd ên li Girtîgeha Urmiyê ku rastî nêzîkatiyên dijî mirovahiyê tên daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî li qada hunerê bi tevlîbûna Meclîsa Dayikên Aşitiyê, nûnerên DBP'ê û Hevşaredarên Artêmêt, Rêya Armûşê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyanî de dirûşmeyên "Bijî berxewedana girtîgehan" hat berzkirin. Serokê TUYAD-DER'ê yê şaxa Wanê Ahmet Aygun daxuyanî xwend û diyar kir ku êrîşên rejîma Iranê ya li hemberî gelê kurd bênavber dewam dike û girtiyên siyasî nezîkî 30 roj in di nav çalakiyan de ne. Ahmet helwesta Iranê ya li hemberî gelê kurd wekî hovane nirxand û wiha got: "Rejîma Îranê pêwîst e demildest dest ji kiryarên xwe yên dijî mirovahiyê berde.


Ahmet pêkutiyên li girtîgeha Mûşê jî nirxandin û wiha got: "Polîtîkayên qirêj ên li ser girtiyan tên meşandin li Îran û Tirkiyê bênavber didome. Piştî daxuyaniyê nameyên girtiyên Mûşê hatin xwendin. Di nameyê de hate gotin ku li girtîgehê binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe, her roj li menzelan lêgerin dikin. Dema malbatên girtiyan tên ziyaretê jî lêgerînên xirab li heberî malbatan tên meşandin."


Piştî çalakiyê girseyê ji bo girtiyên li Girtîgeha Urmiyê û Mûşê dest bi çalkiya rûniştinê kirin.


(rt/zt)