Li Kutahyayê jinek hate qetilkirin

15:03

JINHA


KUTAHYA  - Li Kutahyayê Yilmaz Kiliç ê 41 salî jina bi navê Nursel Ateş ku ji ser malpera înternetê nas kiribû qetil kir.


Li Kutahyayê kesê bi navê Yilmaz Kiliç ku di kana komirê de dixebite û bavê zarokekî ye, jina bi navê Nursel Ateş qetil kir. Hat ragihandin ku Yilmazê ku Nursel ji ser înternetê nas kir, li mala ku lê diman bi kêrê qetil kir. Nursel a ku ji stû, pişt û sînga xwe bi derbê kêran bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Evliya Çelebî ya Zanîngeha Dumlupinar a Kutahyayê (DPU) û ligel hemû hewldanan nehat rizgarkirin.


Piştî bûyerê Yilmaz Kiliç hat binçavkirin.


(rt/zt)