Delegeya Bakûr Sabahat Tuncel: Em ê têkoşîna azadiya Kurdistanê û jinê bi hev re bimeşînin

15:57

 


Hazal PEKER – Hangul OZBEY – JINHA


HEWLÊR – Delegeya Bakûr Sabahat Tuncel got ku “Em ê ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê têbikoşin, lê têkoşîna jinê ya azadiyê jî bi vêya re bidomînin.”


2’yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd ku duh destpê kir, bi mijara ‘Li her parçeyek Kurdistanê rewşa jinên kurd, pirsgirêkên azadiyê û rêyên çareseriyê’ berdewam dike. Delegeya Bakûr Ayla Akat Ata diyar kir ku desthilatî dixwazin jin ji nav malê dernekevin, tevlî siyasetê nebin û wiha got: “Divê jin, parastina xwe ya cewherî bipêş bixin. Divê em di vê konferansê de, biryara pêşxistina refleksa li hemberî tundiya li ser jinê bistînin.”


‘Gerek komîteyek berdewamî hebe’


Delegeya Başûr Ferda Cemîlpaşa, anî ziman ku ev konferans dê nîşan bide ku jinên kurd çiqas azad in û bihevrebûnê dixwazin. Ferda wiha berdewam kir: “Dema ku hêza te, partiya te nebe, tu her tim li benda yekî ye. Gerek komîteyek berdewamî hebe. Gerek tîmeke ku ji bo pere bixebite, hebe.”


‘Em dibejin qirkirina jinê, qirkirina civakê ye’


Delegeya Bakûr Ayşe Gokkan ku balê kişand ser têkoşîna jinê, diyar kir ku serxwebûna jinan hemû rêyan vedike û wiha got: “Em dibejin qirkirina jinê, qirkirina civakê ye.” Delegeya Bakûr Sabahat Tuncel jî destnîşan kir ku divê jinên kurd li hemû pirsgirêkan xwedî derkevin û wiha got: “Yek ji me ne azad be, em ne azad in. Em ê ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê têbikoşin, lê têkoşîna jinê ya azadiyê jî bi vêya re bidomînin.”


Wêne – Kamera: Hazal PEKER – Hangül Özbey


(hö/hp)