Li Antalya yê cenazeyê jinekê hat dîtin
15:35
JINHA
ANTALYA - Li Navçeya Serîk ya Antaliya yê cenazeya jinek ku nasnameya wê hîna nediyar û bi kêran hatiye qetil kirin hat dîtin.
Li taxa Gedîk ya girêdayî navçeya Serîk a Antaliya yê, cenazeyê jinekê hat dîtin. Li ser agahî dayîna Keyayê taxê ekîba tendûristiyê û polîs hatin cihê bûyerê. Di encama lêkolînê de, derket holê ku cenaze jina hat dîtin ji gelek cihê wê derbên kêra hatiye dîtin. Jina ku hîna nasnameyê wê ne diyar tê texmîn kirin ku ji Suriye an bi aslê xwe ereb be. Cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakirin Morgoya Nexweşxaneya Saziya Tip Edliyê û ji bo bûyerê polîsan dest bi lêkolînê kirin.
(rt/zt)
