Li Edenê mêrekê bi kêrê êrîşê hevjîna xwe kir
15:41
Kanûn
11
/ 2014
JINHA
EDENÊ - Li Edenê kesê bi navê Teksan Engîn, bi kêrê êrîşî hevjîna xwe Meral Engîn kir bi giranî birîndar kir.
Li Navçeya Kozan a Edenê kesê bi nav Teksan Engîn (31) ku bi destûr ji girtîgehê derketibû, bi kêrê êrîşî hevjîna xwe Meral Engîn (33) kir û di encamê de bi giranî birîndar kir. Li gorî nûçeya Rojnameger Yaşar Korkusuz, piştî ku bûyer şevê din qewimî bû Meral bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kozan û Teksan jî aliyê polîsan ve hat binçav kirin.
(rt/zt)
