'Di her malekê de gulek di baxçê YPJ’ê de daristaneke'
08:42
Asiye Tekin/JINHA
QAMIŞLO – Ji bo berşdarbûna Şoreşa Rojava û di her malekê de hîskirina wê kampanyeya bi duruşima ‘Di her malekê de gulek di baxçê YPJ’ê de daristaneke’ hat despêkirin. Berpirsa Asawîşa Giştiya Rojava Ayten Serhat girêdayî kampanyeyê wiha dibêje: “Li her derê jin, cihê jin lê nebe weke miriyane û zindîbûn lê tuneye. Di her malekê de gulek jî tê vê wateyê.”
Ji bo bezinkirina Şoreşa Rojava û di her malekê de zêdetir hîs kirina wê rêveberên kantonan û Asawîşa Rojava dest bi kampanyayekê kirine. Duruşma kampanyayê wihaye: “Di her malekê de gulek di baxçê YPJ’ê de daristaneke.” Berpirsa Asawîşa Giştiya Rojava Ayten Serhat diyar kir ku wateya “Di her malekê de gulek” tê wateya sembokirina jinan û wiha got: “Dema ku dibêjin jin jiyan tê hişê mirovan. Dema k udi malekê de jin hebe rengê wê malê jî cuda dibe. Li cihê ku jin hebe li wê heskirin, manewyat û disiplîn derdikeve pêş û pêş dikeve. Di xebatên jinan de her demê nûbûn heye. Li cihê ku jin nebe li wê zindîbûn nîne û wê derê weke miriyane. ‘Di her malekê de gulek’ jî tê vê wateyê.”
Ayten baldikişîne ser giringiya jinê di şoreşê de û wiha dibêje: “Em şoreşekê dikin, heger li wê jin nebe li wê zindîbûn nîne. Tuştên ku ser tabeleyan tên nivîsîn rastiya vî bajarîne. Bila hemû gelê me rastiyê bizane.”
‘Her kesên ku divê derê re derbas bibin bila vê qehremaniyê bibînin’
Ayten wiha domand: “Dema ku mirov din ava kolanên Rojava re derbas dibe hema rastiya şer, jin û mêrên di şer de jiyana xwe ji dest dane dikarin bibînin. Li Rojava her malekê şehîdek xwe hene, heta di gelek malan de jî gelek şehîd hene. Hinek malên ku bav, keç û kur şehîd ketine hene. Hun dikarin vê rastiyê ser billboarayên Rojava bibînin. Yên kul i vêderê dijîn ne ji derveyî vê rastiyê ne û ne jî jê durin. Hemu kesên ser vê erdnîgariyê dijîn ereb, kurd, suryanîn û wekedinê dizanin. Her kes her roj bi van rastiyan re ru bir u dibin. Her kesên k udi nava vî bajarî de dimeşin qehremaniya hevalên me yên jin û mêr dikarin bibînin.”
‘Jin bi şerê vînê beşdarî jiyanê dibe’
Ayten bilêv kir ku aliyê Şoreşa Rojava yê herî balkêş jî hembûna YPJ’ê ye. Ayten anî ziman k udi gelek şoreşên cîhanê de jin beşdar bûne lê her dem jin dayîne pilana paş û wiha berdewam kir: “Di şoreşa Misirê de jinan kedek baş dan, lê piştî şoreşê jin dan aliyekê. Şoreşa ku vîna jinê tê de ne bandorker be ne şoreşe.” Ayten bilêv kir ku jin bi vîna xwe beşdarî nava YPJ’ê dibin û wiha dom kir: “Kesê bawer nedikir dê jinên kurd vînek wiha nîşan bidin. Dema ku jin bûn vîn dê hêza wan ya tevlîbûnê jî xurt bibe. Di şerê dawiyê li Mexmûr, Şengal û Kobanê pêşket de me ev zêdetir dît. Di van şeran de yên pêşengî kirin û qehremanî nîşandan jin bûn. Jinên kurd bi şerê vînê beşdarî jiyanê bûn û derketin pêş. Ev di tevahiya cîhanê de jî bû mînak. Rasiya jinên kurd derket holê. Bi vê rastiya derket holê em dikarin navendek ya hemû jin xwe têde bibînin avabikin. Êdî her kes ji hêza jinan ya derketiye holê bawer dikin.”
(zt)

