Welatiyên Kobanê bertek nîşanî walî û qeymeqam dan
09:02
JINHA
RIHA- Welatiyen Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatine Pirsûsê û di bin şert û mercên giran de di konbajaran de dimînin têkoşîna jiyanê didin. Bi taybetî ji welatiyên li konbajarê Kader Ortakaya bi hatina zivistanê gelek dijwarî jî bi xwe re aniye. Ji ber ku welatiyên li Konbjarên Kader Ortakaya de di şert û mercên giran de dimînin divê bên bar kirin. Xebatkara dildar û Peywirdara Konbajarê Kader Ortakaya Melek Kaçmaz diyar kir ku bi taybetî welatiyên di konbajara Kader Ortakaya dimînin divê bên tahliyekirin.
Bi hezaran welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatine Pirsûsê di konbajaran di bin şert û mercên giran de didome. Alîkarên di pêşiyê de bi alîkariyên Şaredariyên DBP'ê ji 4 perçên Kurdistanê û Ewrûpa yê konbajarên Arîn Mîrxan,Kobanê, Rojava, Kader Ortakaya û Necat Sûphî Agirnaslî 5 konbajar hatin vekirin. Nêzîkî 20 hezar kesên li van konbajaran dimînin ji ber ku têrî wan nekir ji aliyê Şaredariya Pirsûsê li gundê Kulunçê de ji bo gelê Kobanê re amadekarî tên kirin. Konbajarê mehek berê destpê kiri bû binêsaziya wê qediya ye û ji bo konvedanê amade ye. Waliyê Rihayê û Qeymeqamê Pirsûsê bi sedema "Ewlehiyê" nahêlin bê. Ji ber ku welatiyên li Konbajarên Kader Ortakaya de di şert û mercên giran de dimînin divê demildest bên bar kirin. Xebatkara dildar û Peywirdara Konbajarê Kader Ortakaya Melek Kaçmaz diyar kir ku bi taybetî welatiyên di konbajara Kader Ortakaya dimînin divê bên tahliyekirin.
'Bi hatina zivistanê gelek dijwarî jî hat'
Melek destnîşan kir ku bi pêşengiya Şaredariya Pirsûsê dê li gunde Kulunçê nêzî 10 hezar kon bê vekirin û ji ber ku bê tehemuliya Walîtiyê Rihayê û Qeymeqamê Pirsûsê nahêlin bê vekirin. Melek da zanîn ku jiyana van konan de jiyana welatiyan jî dijwar dibe û wiha domand: "Ji ber ku van konan bi awayekî lezgînî hatibû vekirin bingehiya konbajar tu ne ye, ji bo zivîstanê qet nabe.” Melek bi lêv kir ku waliyê Rihayê ev çend meh dibêje em ê konbajarekê vekin û her tim astengiya derdixin û wiha berdewam kir: "Di nav konbajarên me yên herî xerab Kadar Ortakaya ye. Divê demildest bên tehliyekirin. Zemîna vir ji bo şertên zivistanê ne guncav e. Welatiyên me yê li vê derê dimînin di konên yên ji bo havînê ye. Ceryan jî tune ye. Ji ber prosedurê dewletê ev pirsgirêka her diçe mezin dibe. Her wiha ava baranê, çopê, ava qirêj û ava vexarin ê tevlî hev dibe zarok nexweş dikevin. Em dixwazin ku ji bo van şert û mercen wan bê rastkirin."
'Dewleta Tirkiyeyê hem hevkariya DAIŞ'ê dike û hem jî divê em ê li we binêrin'
Ji welatiyên li Konbajarên Kader Ortakaya dimîn e Mihmed Şato Bekî (45) bertek nîşanî helwesta Tirkiyeyê da û wiha got: "Em li vê derê rezîl bûne. Şaredariya Pirsûsê ji bo me cihekî nû ava dike. Dewlet jî astengiyê derdixe. Dewleta Tirkiyeyê dixwaz e em biçin konbajarên wan. Em jî dibêjin ku em qet naçin mala dewletê. Dewleta Tirkiyeyê hem hevkariya DAIŞ'ê dike û hem jî divê em ê li we binêrin. Dewleta Tirkiyeyê aliyekî alîkariyê dide DAIŞ'ê ji hêlekê divê em ê li we binerin. Ev çi feraset e?"
Jina bi navê Xanim Şahînbek (30) jî wiha got: "Dema baran didê konê me dilop dike. Her der dibe herî û zarokê me her tim nexweş dikevin. Şaredariya Pirsûsê ji bo me konbajarekî nû vedike lê belê dewlet nahêlin. Em dixwazin biçin ciheke din."
(kom/zt)

