Bi şahidiya jinan belgesela 12’ê Îlonê

09:56

 


Dilan Karamanoglu/JINHA


STENBOL – Belgesel filîma ‘Ruyê Jinan yê Îlonê’ hat nîşandan. Darhinêra filîm Ayben Altunç diyar kir ku heya niha her dem 12’ê Îlonê bi zimanê mêran hatiye gotin û guhdarkirin, ji ber wê jî wan pêdivî dîtine vêcarê jî bi zimanê jinan 12’ê Îlonê bidin nasîn û wiha got: “Mijara vî filîmî tuştek heya niha ne hatî kirine. Di vî filîmî de me bi çavê 32 jinan panaromaya 12’ê Îlonê xêz kir. Niha dora gotinê ya jinane.”


Belgesel Filîma bi navê “Ruyê Jinan yê Îlonê” ku bi roportajên li gel 32 jinên li cihên cuda darbeya leşkeriya 12’ê Îlona sala 1980’an jiyan kirî cara 14’an jî hat pêşandan. Filîm di 5’ê kanûnê de li Navenda Çandê ya Caddebostan ya Stenbolê hat pêşandan. Mijara filim hinek jî girêdayî dema 12’ê Îlonê kesên di girtîgehê debûn wê demê û jinek dema diçe hevdîtinê ji ber sedema nasnamê rastî binpêkirinên mafan têye. Ji ber wê jî mijara filîm dibe bi nêrîna jinan 12’ê Îlonê. Darhinêra filîm Ayben Altun anî ziman ku heya niha her dem 12’ê Îlonê bi nêrîna mêran hatiye vegotin û wiha domand: “Mijara vî filîmî tuştek heya niha ne hatî kirine. Di vî filîmî de me bi çavê 32 jinan panaromaya 12’ê Îlonê xêz kir. Niha dora gotinê ya jinane.”


Ji 32 jinên ji kesîmên cuda yên civakê vegotina darbeyê


Ayben destnîşan kir ku heya niha filîmek wiha nehatiye kişan û wiha berdewam kir: “Ji Demet Demir ya wê demê weke mêr ketiye girtîgehê û niha weke jin jiyan xwe berdewam dike, heta Gultan Kişanak ya di dema darbeyê de di Girtîhega Amedê de mayî û niha Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê yê 32 jinên ji kesîmên cuda yên civakê bûne mijara film.” Ayben derbirî ku wan girêdayî filîm bertekên erênî girtine û cara 14’an jî nîşan dane. Ayben bilêv kir ku filîm çuye Festîfala Filîman ya Altin Koza jî û wiha dom kir: “Di berdewama filîm de wan dest bi xebatên belgeselek bi navê ‘Jinên sîbera xwe wenda nekirine’ di dema darbê de koçber bûne jî kirine.”


‘Di her 12’ê Îlonê de travmayê derbas dikim’


Aysel Hoşgit ya di filîm de cîh digire jî wiha dibêje: “Dema ku Auben ji bom in teklifek wiha kir min jî wiha bersiva wê da ‘gelek jinên di 12’ê Îlonê de ketîn girtîgehê û derketîn hene. Ez di girtîgehê de nemame. Tekoşînek min ya siyasî nîne ez bînim ziman.’ Ayben jî wiha bersiva min da ‘Ez jî tam dixwaze vê bidim vegotin.’ Wê b imin da têgihiştin ku ew dê jinên di wan deman de rolên pêşengiyê kirine weke rolên sereke bindin û li gel wan jî bi çavê jinên dinê yên wê demê dîtine jî bidin. Herî zêde jî beşê nehatî vegotin û heya niha veşartî mayî jî beşê kesên ne dipêşde wê demê jiyan kirî ne. Ser vî bingehî min jî din ava belgeselê de cîh girt.”


‘Ji ber ez ermenî bûm min du car darbe jiyan kir’


Ji jinên di belgeselê de cîh girtin Anais Martin jî wiha dibêje: “Wê demê ji ber hem ez hunermend û hem jî ermenî bûm du car rastî darbeyê hatim. Di qata yekem ya AKM’ê de qereqol danîbûn. Li wê em xistimbûn bin kontrolê û venêrîn dikirin. Wê demê bi înat min nexwest ez biçim. Paşê ez şiyar kirim. Di dawiyê de çum. Yê her kesê şopê du tiliyên wan digirtin, lê yên min her deh diliyên min girtin.”


(zt)