'Bi TOKİ yan re cîrantî jî bi dawî bûye'

10:23

 


JINHA


WAN - Hevseroka Şeredariya Erdîşê Dîba Keskin behsa bê xembûna niştecihên TOKİ yê ya li hember Buşra Çiftçî ya berî dû roj hatibû qetil kirin kir û diyar kir ku bi TOKİ yan re êdî cîrantî jî bi dawî bûye.


Ji ber sedema pirsgirêkên ku li TOKî tê jiyan kirin   Hevseroka Şeredariya Erdîşê Dîba Keskîn şevê din civînek li darxist.Civîna gel li Salona Konferansê ya TOKİ ya jorîn li Erdîşê pêkhat. Dîba, bûyera Buşra Çiftçî ya berî du rojan hatibû qetil kirin bi bîrxist û da zanîn ku, bi TOKİ yan re êdî cîrantî ber bi dawî ve diçe.


Dîba diyar kiri ku, ji mirinan û cînayetan re ewê bêdeng nemînin û banga  hişyariyê li beramberî hev kir. Piştere jî derbarê pirsgirêkên tê jiyan kirin de agahî da welatiyên di civînê de.


(rt/zt)