DAIŞ niha jî erdên li Kobanê dide kirê!

10:29

 


JINHA


RIHA  - Çeteyên DAIŞ'ê ku gundên wêran kirin derxistin firotinê, niha jî zeviyên dora gundan serî donimî bi kirê didin Ereban. Ji gundê Degirmê yê rojavayê Kobanê Mehbuba Mistê bang li ereban kir û wiha got: "Tiştên îro tên serê me sibê wê bên serê we. Dijminê me çete ne."


Çeteyê li Kobanê darbeyên giran girtin, hemû gundên kurdan dagir kirin û her amûrên wan difiroşin ereban. Çeta niha jî erdên kurdan bi kirê didin ereban. Çete li gundê Şêxler, Cibilfererc, Bab, Minbic, Pêndir, Degirmê, Boraz, Xinê, Zirêk û Talîk , 10 donimî bi 25 hezar lîrayê Sûriyê bi kirê dide ereban.


Ereb kirin dijminê kurdan


Xelîl Şaqo yê ji gundê Pêndir koçî gundê Boydê yê Pirsûsê kir diyar kir ku ew bi zorê ji gundê xwe koçber bûne û got cîranên wan yên ereb destpêkê piştigrî dane Artêşa Azad a Sûriyeyê û piştî DAIŞ hatiye, ereban bi çeteyan re êrîşê kurdan kirine. Xelîl bi lêv kir ku çeteyan Kurd wek murteb (heram) bi nav kirine û got: "Gundê me 9 kîlometre durî Şêxlera ne. Erebên ku her tim bi me re bûn bûn dijminê me. Ji me re digotin Israîla duyemîn."


'Em ê bi hev re bijîn'


Xelîl axaftin xwe wiha berdewam kir: "Zeviyên gundên kurdan, 10 donimî wî bi 25 hezar lîrayê Sûriyê bi kirêb didin ereban. Çandiya li Boraz hatiye çandin derketiye. Min bi erebê ku em li wir pê re dost bûn re bi telefonê axivîm. Got erdên we hatiye çandin. Niha em vegerin gundê xwe wê ereb çawa biçin ser zeviyan? Ez bang li ereban dikim. Em bi hev re jiyan. Em ê ji vir şûnde jî bi hev re bijîn. Ji wan du kom niha bi me re li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Ya ku divê bibûya jî ev e. "


'Erdên me dagir kirine'


Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de got DAIŞ'ê gundiyên ku gund terk nekirine, di bin îşkenceyên giran de derbas kirine û wiha berdewam kir: "Em neçar man gundê xwe terk bikin. Dema me koç kir, dema çinîna kunciya bû. Lê ereban berhev kirin. Piştî ku ereban berhev kirine erdê me dîsa ajotine. Li mala bavê min bicih bûne û gotine xaniyê me ye. Yên ku erdê me girtine li me digerin û dibêjin me erdê we girtiye. Tu xerabiya me bo wan çênebû. Ereb bila me dijmin nebîne. Em bi wan re bûne xizm. Tiştên îro hatine serê me dê sibê bê serê wan jî. Dijminê me çete ne."


(rt/zt)