Li Karamanê jinek rastî êrîşê hat

10:53

 


JINHA


KARAMAN - Li Karamanê mêrê bi nav Tarik C. bi kêrê êrîşî hevjîna xwe Merve C. kir û bi 9 derbeyên kêrê ew giran birîndar kir.


Li Taxa Alacasuluk ya Karamanê Tarik C. yê 27 salî, bi kêrê êrîşê hevjîna xwe Merve C.ya 22 salî ya ku berî sê mehan pêre zewicî bû, bi 9 derbên kêrê ew giran birîndar kir. Bûyer şevê din saet 18.45'de pêk hat. Merve ya ku bi giranî birîndar bibû bi ambulansê rakirin Beşa Emeliyetê a Nexweşxaneya Dewletê ya Karamanê. Tarik jî ji aliyê polîsan ve hat bin çavkirin û ew birin Mûdiriyeta  Emniyetê ya Karamanê.


(rt/zt)