Li Silêmaniyê 2 jin hatin qetilkirin

11:12

 


JINHA


SILÊMANÎ - Li navçeya Qeladizê jinek ciwan hat revandin û piştre cenazeyê wê mirî hat dîtin. Li bajarê Silêmaniyê jî jinek ciwan hat qetilkirin. 


Hat ragihandin kul i navçeya Qeladizê jinek ciwan ya 23 salî û xwendekara dibistana amadeyi ya Qeladizê hatiye revandin û piştre hatiye kuştin. Li gor agahiyan ew jina ciwan duh êvarî li ser rêya dibistanê ji aliyê hinek kesên nenas ve hatiye revandin û piştî çend saetan, cenazê wê li gundekê hatiye dîtin. 


Girêdayî bûyerê dest bi lêkolînan hatiye kirin lê hîna tu agahiyên berbi çav nehatine bidest  xistin. 


Li bajarê Silemanî jî jinek ji aliyê du kesên nasnameya wan nediyar ve di mala xwe de hat qetilkirin. Bûyer duh bi şev li mala jina bi navê B. M. S.  ya li taxa Şêx Mihyedîn derketiye û B. M. S bi darbên du guleyan hatiye qetilkirin.


Di derbarê kujerên B. M. S de lêgerîn hatiye despêkirin lê hîna tu agahî nehatine girtin.


(zt)