Gireva birçîbûnê ya Girtiyên Urmiyê di roja 23’an de berdewam dike

11:38

JINHA


RUMIYE - Gireva birçîbûnê ya girtiyên siyasi yên li Girtîgiha Urmiyê ku li dijî zextên rejîma Îranê destpêkiriye di roja 23’an  de berdewam dike. Herku diçe rewşa girtiyan dikeve metirsiyê.

 Gireva birçîbûnê ya 29 girtiyên siyasi yên kurd  li girtîgeha Urmiyê ya Rojhilat di roja  23’an de berdewam dike. Girtiyên siyasi yên ji ber ku xistine di nava girtiyên edlî de ketine gireva birçîbûnê. Din ava girtiyên di gireva birçîbûnê de Parêzerê kurd Mesûd Şemsnijad ku parêzertiya girtiyên siyasi yên weke; Hebîbullah Gulperîpûr, Elî Efşarî û Rizgar Efşarî kiriye jî heye. Parêzer Mesûd di nîsanê de hatiye girtin û ji wê demê ve di girtîgehê deye. Herwiha hat zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Sine, Recayî Şar, Mînab, Zahêdan û Bendr Lenge jî piştgiriya girtiyên siyasî kirine.

Ji ber hê jî daxwazên girtiyên siyasî bicih nehatine çalakiya xwe berdewam dikin û rewşa girtiyan herku diçe xiraptir dibe.


 


(zt)