Di roja 89'an de berxwedan Kobanê hat silavkirin

12:05

JINHA


RIHA - Welatiyên li gundê Mehser û Miseynterê ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê li 89 roj in li sînorê nobetê digirin zincîra mirovan avakirin û ji bo şervanên YPG û YPJ'ê jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. 

Welatiyên ji bo piştgiriyê bidin şervanên YPG û YPJ'ê yên 89 roj in li hemberî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê li gundên Mehser û Miseynterê nobetê digirin. Her roj serê sibê zincîra mirovan pêk tînin û piştre berê xwe dan Kobanê û şervanên YPG silav kirin. Di dema çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê" , "Bê Serok jiyan nabe" û "Silav silav ji Kobanê re hezar silav" hatin berzkirin. 

Piştî çalakiya nobedarên berxwedêran paqijiya derdorê kirin. 

(zt)