‘Dema hun lêdixin em jiyan dikin’

14:37

 


JINHA


WAN – Ji bo balkişandina ser zêdebûna qirkirinên jinan di dema dawiyê de li navçeya Erdemîtan ya Wan jin hatin bahev û gotin: “Emê li hemberî her tunebûnekê cardin gotina xwe bêjin. Emê tekoşîna xwe bilind bikin û heya faîl cezayê xwe dikişin şopdarê hemû dozan bin. Dema ku hun lêdixin em jiyan dikin.”


Bi boneya balkişandina ser qirkirinên jinan yên di demên dawiyê de Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê li navçeya Erdemîtan ya Wanê daxuyanyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevşaredara Erdemîtan Sevlil rojbîn Çetîn, endamên Meclisa Şaredariyê ya Erdemîtan, aktîvîstên DOKH’ê û gelek welatî amadebûn. Di daxuyaniyê de dovîzên bi sernivîsên weke “Ji terora mêran re bese”, “Ji qirkirna jinan re na” û “Mêr lêdixw AKP diparêze” ji aliyê mêrên başdarî daxuyaniyê bûn ve hatin hildan.


Daxuyanî ji aliyê Cîgira Hevşaredara Erdemîtan Kebire Budakbeyoglu Karakaya ve hat xwendin. Kebire anî ziman kul i Şengal û Kobanê jin bi şoreşê jiyana nû avadikin û wiha domand: “ Emê li hemberî her tunebûnekê cardin gotina xwe bêjin. Emê tekoşîna xwe bilind bikin û heya faîl cezayê xwe dikişin şopdarê hemû dozan bin. Dema ku hun lêdixin em jiyan dikin.”


Daxuyanî bi bilindkirina duruşma “Jin jiyan azadî” bidawî bû.


 (zt)