Ocalan ji êzdiyan re name şand
16:40
JINHA
ENQERE - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo sazî û civaka Êzidî peyam weşand. Di peyamê de hate gotin ku civaka êzidî ji ber halê herî saf a nirxên kurdîtiyê heyî û li hember hemû ferzkirinan baweriya xwe parastine bi êrîşên mezin re rû bi rû dimînin. Di peyamê de ev tişt hate gotin: "Di vê pêvajoyî de koçberiya bi zorê ya ji Kurdistanê, gundên xeyalet ên bê mirov hiştin, hin kêmasiyên biyanîbûna ji cewhera xwe ya di dîasporayê de pêk hatiye, ya hêzên ku dixwazin civaka êzidî qir bikin cesaret dike."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê bi şandeya Îmraliyê re hevdîtinê kir ji bo sazî û civaka êzidiyan name şand. Piştî hevdîtina ji 4 seat pêk hatî ya di 30'ê mijdarê de, Ocalan ji bo sazî û civaka êzidiyan name nivisandibû bi riya şandeyê re weşand. Di peyama bi sernavê "Ji bo civaka êzidî yên li berxwe didin" hatî weşandin de, Ocalan wiha got: "Gel û erdnigariya Rojhilata Navîn ên şahidiya ku hemû êşên mirovahiyê ya di dîroka şaristaniyê kirine, di du sed salên dawî de jî rastî şer, komkûjî û qirkirina ya bêhempa ên modernîteya qapîtalîst hatine hêj jî berdewam dike. Bi belavbûna herêma ya hespên rawan ên modernîteya qapîtalîst (qapîtalîzm, netew dewlet, endustriyalîz) re, erdnîgariya me û gelê me neçar man di nav lepê kaosekî ya qirkirinê, nejatperestî, kêman ên ku dîrok jî naxwaze şahidî bike û şerm dike de, mane. Bêguman, gelê ku li hember van êrîşên bê perwa ya qirkirinê li ber xwe dide, tê derbaskirin, rûmeta dîrokî ya mirovahiyê jî li ser vî axî ji bo bê parastin hewildanek mezin tê dayîn."
'Berxwedana ku Derwêşê Evdî wek e çemê jiyanê pêşkeş kiriye rê nîşan dide'
Dipeyamê de ev tişt hatin gotin: "Erdnîgarî û gelên Rojhilata Navîn ên di tevahiya dîroka şaristaniyê de ji êşên herî mezin ên mirovahiyê re şahidî kirin, di du sed salên dawî de, hêj bibi şerên bêeman, komkujî û qirkirinên modernîteya kapîstalîst rast tên. Bi belavbûna sê hespên mehşerî (kapîtalîzm, netewedewlet, endustriyalîzm) ên modernîteya kapîtalîst li herêmê re, xakên me û gelên me neçar mane di nava pençeyên kaoseke ji qikirinên bawerî, netewe û etnîkî yên ku dîrokê bi xwe jî ji şahidiya wê re fedî kir, bijîn. Bêguman ev bêperwatiya êrîşkariya qirkirinê hewl hatiye dayîn bi rastiya gelê berxwedêr û têk naçe re ji holê bê rakirin û rûmeta dîrokî ya mirovahiyê jî bi hewldaneke pîroz hewl hatiye dayîn li vê xakê bê parastin. Aktorên herêmî û global ên hegemonîk ên modernîteyê, hînê dest ji pêngav û û hewldanên xwe yên ji bo fetisandina vê sekna dilpakî ya dikare bêhna mirovahiyê fireh bike, bernedane. Em van êrîşîn qirkirinê yên li hemberî gelê kurd bi taybetî jî li hemberî civaka êzdî ya ku dewlemendiya baweriyî ya çanda cewherî ya kurdan temsîl dike, dikarin ji vê perspektîfa dîrokî û felsefîk binirxînin. Wezîfeya herî jiyanî ya li pêşiya me ew e ku em bûyer û qewimînên rojane, ji dîrokê cuda nenirxînin, di nava xweseriya xwe ya têkiliya civak-dîrokê de binirxînin û têbigihêjin. Lewma li dijî vê gerîneka xiyanet û komkujiyê ya di kesayetiya civaka êzdî de li ser mirovahiyê tê ferzkirin, berxwerdan, rûmet, eqş û evîna azadiyê ya Derwêşê Evdî weke kaniya jiyanê pêşkêş kir, ji bo mirovahiyê rêya dîrokî-civakî nîşan dide."
'Ji ber gelê êzdî nirxên kudewariyê diparêzin bi êrîşan re rû bi rû dimînin'
Di peyamê de li ser polîtîkayên tunekirinê jî rawestiya û wiha pêde çû: "Li dijî polîtîkayên tinekirin, asîmîlasyon û înkarê yên li hemberî gelê me tên meşandin, divê em hebûna xwe di warê çandî, bawerî û nasnameyî de biparêzin. Ev yek weke xala herî bingehîn a serketina azadiyê, di roja îro de hatiye rojevê û nûjen bûye. Di nava van pêvajoyên parastina hebûnê de, civaka me ya êzdî, ji ber ku rewşa herî saf a nirxên cewherî yên kurdewariyê hilgirtiye û li dijî hemû zextan baweriya xwe parastiye, li êrîşên herî mezin rast hatiye. Di vê demê de, koçên ji neçarî yên ji Kurdistanê, gundên reşe yên ji mirovan hatin xalîkirin, hin kêmasiyên biyanîbûna ji cewhera xwe ya li dîasporayê, divê weke bûyerên cesaretê dide hêzên dixwazin civaka êzdî di qirkirinê re derbas bikin, bên dîtin. Yanî, rêxistinbûyîna li ser bingeha rexnedayînê, kêmasiyên hêza cewherî, kêmasiyên rêveberiya cewherî, pêwîste weke qadên pirsgirêkên yên divê di roja îro de jî ji holê bên rakirin, werin nirxandin. Komkujiyên li Şengalê, rewşa jinên êzdî yên hatin derdestkirin û hewl tê dayîn li bazarên namerdî bên kolekirin, rewşa penaberiyê ya di şert û mercên bê eman de, rastiya cihên pîroz ên hewl tê dayîn ji holê bên rakirin, neçarî û pêwîstiya hêza cewherî-rêveberiya cewherî bi awayekî zelal radixe pêş çavan. Pêwîste were zanîn, xebatek li ser vê bingehê were meşandin û kûrbûnek li ser vê bingehê were kirin, wê vîneke welê derxîne holê ku ne tenê çeteyên DAIŞ'ê, ku pêlîstoka hêzên hegemonîk e, wê xwediyên vê pêlîstokê artêşên herî mezin jî bîne ser rê. Dixwazim bêjim ku analîzên me yên Neteweya Demokratîk jî, tezên Modernîteya Demokratîk jî weke temeniya herî ji dil tevkariyê li çareserkirina zor û zehmetiyên herêmî bikin. Di serî de jinên êzdî yên ku ez şahidê herî zindî yê lehengiya wan im, tevahiya civaka me ya êzdî li ser vê bingehê silav dikim, dixwazim careke din bêjim ku tevî şert û mercên ez tê de me jî, dilê min bi sekna wan a bi rûmet a li hemberî cendereya qirkirinê li ber xwe didin, lê dide.
Abdullah Ocalan Girtîgeha ji ewlekariya bilind a Îmraliyê."
(rt)

