Ji bo jina parastina cewherî kar anî cezayê girtîgehê!
08:37
JINHA
AGIRÎ – Li navçeya Avkevirê ya Agiriyê Perîhan Çalişkan a 54 salî kul i hember mêrê her dem ew ne rihet dikirin û di xwest keça wê birevîne parastina cewherî bi kar anî. Ji ber Perîhan parastina cewherî karaniye rastî 226 rojan cezayê girtîgehê hat.
Li navçeya Avkevirê ya Agiriyê Perîhan Çalişkan a 54 salî ji ber ji bo parastina xwe û keça xwe parastina cewherî bi karaniye li gorî “pêdiviyên zagonan” ket girtîgehê. Li gorî gotina Perîhan çend meh berê dema mêrê ku her dem ew nerihet dikir û dixwest keça wê Ç.Ç ya 16 salî birevîne bi şev dikeve mala wan û hewildide keça wê birevîne. Ji bo ku Perîhan xwe û keça xwe biparêze li hember mêrê ketiye hindirê mala wan parastina xwe ya cewherî bi kartîne û bi dar li mêrik dixe. Perîhan dem ali mêrik dixe nahêle ew bireve heya polîs tên mala wan. Dema ku polîs hatin mala wan Perîhan ji mêrikê êrîşî mala wan kiriye gilî dike û girêdayî mijarê dozê vedike. Lê mixabin Dadgeha Ceza ya Asliyeya Avkevirê dozê dizivirîne aliyê mêrik de û bi hinceta Perihan Çalişkan ya 54 salî bi “qesta mêrik birîndar kiriye” bi hezar û 500 TL yan cezayê pere dide Perîhan û bi şertê darezandina deve wê berdide.
‘Tu dê bi pereyê dewletê deyên wê bidê?’
Perîhan diyar kir ku bi qasî hezar û 500 TL yan bide rewşa wê ya madî nebaşe. Ji bo dayîna pereyê ku jê hatiye xwestin Perîhan serî li qeymeqamiyê da lê rastî bersîva “Tu dê bi pereyê dewletê deyînê dewletê razînê?” hat. Perîhan anî ziman ku bi tu awayî qeymeqam bi wê re nebû alîkar. Piştî çend mehan jî bi hinceta “Li gorî şertên darezandina derve tevnegeriyaye” ji ber wê 3 TL deyînê wê zêdebûye. Ji ber Perîhan pere nedaye vê carê jî 226 roj cezayê girtîgehê danê. Berî niha deh rojan Perîhan ji mala wê giratin û birin Girtîgeha Sergirtiya Erzuromê. Bi nihceta nebûna girtîgeha vekirî Perîhan vêcarê jî şandin Girtîgeha Jinan ya Vekiriya Sêwasê. Perîhan li Erzrurumê dibin venêrîna tendurustiyê re hat derbazkirin û ew şandin Girtîgeha Jinan ya Vekiri ya Sêwasê.
(zt)

