Pembû hat komkirin û dahata wê gihişt jinan

08:39

 


Şêrîn Hiso – Nûrcan Yalçin / JINHA


ŞIRNEX - Jinên navçya Silopî a Şirnexê kampaniya alîkariya aborî ji bo jinên Şengal û Kobanê dabûn despêkirin. Jinên beşdarî kampaniyeyê bûn diyar kirin ku dê jinên Şengal û Kobanê bi tenê nehêlin û wiha axivîn: “Me di 9’ê mijdarê de dest bi komkirina pembo kir. Em ê pembo bifroşin û peryan wekî alîkariyekê ji jinên Kobanê û Şengalê yên di kampa de ne re bişînin.”


Jinên navçeya Silopya ya Şirnexê bi boneya pirştevaniya jinên Kobanê û Şengalê di 9 Mijdarê de kampanyayek dabûn despêkirin. Kampaniya alîkariya jinên Şengalê û Kobanê bi hevdana pembo destpêkir. Di çarçoveya kampanyayê de jinên silopiyayê 9 ton pembo danhev. Pemboyê ku bi destê 70 jinan hatibû komkirin hat firotin û dê wekî alîkariyek aborî ji jinên ku bûn mexdûrê şer re bê şandin. Girêdayî kampanyeya alîkariyê ya ku jinên Silopiyayê dane despêkirin Endama Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Viyan ya Silopiyayê Şukran Hakicî nirxandin kir.                                                                                                                                                                                                                        


‘Jinên herêma Botanê dê jinên Kobanê û Şengalê bi tenê nehêlin’


Şukran destnîşan kir ku wan dest bi kampanya alîkariyêya ji bo jinên Kobanê û Şengalê kirin û wiha pêde çû: “Bi tevahî em 70’ê jin bûn ku me dest bi kampanya danahev ya pembo kir. piştî ku me pembo dahev me ew pembo firot. Me bi kampaneya hevdana pembo xwest alîkariyek aborî  bi jinên Kobane û şengalê re bikin. Ji bilî alîkariya aborî me xwest em ji jinên hemû cîhanê re bidin xuyakirin ku jinên Şengalê û Kobanê ne bi tenê ne. Jinên herêma botanê jî bi dilê xwe bi jinên Kobanê û Şengalê  re ne. Ev kampaniya alîkariyê bi keda jinan hat avakirin û bi dawî bû. Ji keda jinan dê bighêje jinan. Bi vî awayî em karin berxwedana wan ya pîroz silav bikin.”


‘Bi her rengî dê piştgirya jinan bikin’


Dayîka bi navê Emîne Ozek ya ku tevlî kampanya alîkariyê bû û pembo dahev, anî ziman ku jinên Botanê bi dil û canê xwe  bi jinên kobanê û Şengalê re nin û wiha domand: “Heya ji  me bê em ê piştgiriya jinên tekoşer bikin. Serkêşên vê berxwedna pîroz jinin. Dema jin milê xwe bidin milê hev û hêza xwe bikin yek, dê bi hev re jiyanek nû ava bikin. Zoriyên jinên Şengalê jiyan kirin û berxwedêriya jinên Kobanê nîşanda, bû sedem em hewldana alîkariyek bi vî rengî bikin. Çi ji destê me bç em ê ji bo jinan bikin. Ev kampanya gava yekem e.”


(şh/zt)