Walîtiya Gurgumê welatiyên Kobanê ji bajêr derxist!
10:49
JINHA
RIHA - Kobaniyên piştî êrîşên çeteyan koç kirin û beşek ji wan wek karkerên demsalî çûn Gurgumê ku piranî ji kal û zarokan pêk dihatin, di nîvê şevê de bi talîmata Walîtiya Gurgumê bi zora polîsan ji bajar hatin derxistin. Polîsan bi ser bereqeyên ku lê diman de girtin û beyî ku destûrê bidin nivînên xwe bigirin, 150 kes anîn Pirsûsê û li kolanê hiştin.
25 malbatên Kobanê ku ji gundê Kasimê, Kinê û Elecax a Kobanê koç kirin , çûn Gurgumê. Lê malbat bi talîmata Walîtiyê ji bajar hatin derxistin. Polîsan bi ser bereqeyên wan de girtin û gotine; cihê we ne vê derê ye û 150 Kobaniyî wek dîlgirtiyan anîn Pirsûsê. Li gorî vegotinên Kobaniyan bûyer wiha pêk hatiye: 90 roj berê 25 malbat bi alîkariya malbatên xwe çûne Gurgumê. Li gel avahiya Edliyeya Gurgumê di dibistaneke ku înşaet bû de bi cih bûn. 150 kes rojan e bi 20 TL’yan li zeviyên pîvaz, pembo û îsotan de dixebitîn û bi vî pereyî jî ji xwe re kon, nivîn û sobe girtin.
Nehiştin amûrên xwe bigirin
Malbatên ku beyî ji ti kesî alîkariyê bigirin, li bereqeyên ku diman duh êvarê rastî serdegirtina polîsan hatin. Polîs gotiye; talîmata walî heye, ev ne cihê we ye, hûn nikarin bimînin. Divê di nava 5 deqeyan de hûn ji vir derkevin.’ Malbatan der barê mijarê de wiha got: “Baran dibarî. Me got sibehê em ê derkevin. Lê polîsan bertek nîşan da. Nehiştin em amûrên xwe bigirin. Em li kamyon û mînîbusan siwar kirin û ji bajar derxistin.”
Despêkê birin derî
Polîsan destpêkê Kobanî birin Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê. Piştre diçin Pirsûsê û dibin ber Garaja Şaredariyê wan datînin. Kobaniyên ku di bin baranê de şîl bibûn, xebatkarên şaredarî û endamên DBP’ê gihiştin alîkariya wan. Welatî li mala şînê ya Alîgorê ya Şaredariya Pirsûsê hatin bicihkirin. Kobaniyan rondikên çavan barandin û zarokan jî bi matmayî hewl didan bûyerê fêm bikin.
Li herdu aliyan zilmê dibînin
Done Ahmet ya 80 salî got: “Em di nava 5 deqeyan de rakirin. Me got bila bibe sibe em ê amûrên xwe berhev bikin û biçin. Lê destûr nedan, em anîn vir. Ji me çi xwestin. Em ji êrîşên DAIŞ’ê reviyan, li vir jî dewleta Tirk zextan li me dike.”
Konên me desteserkirin
Makbule Ehmet a ku bi 5 zarokên xwe re ji Kobanê derket, diyar kir ku polîsan ew bi lez û bez ji Gurgumê derxistine û li cihên ku xebitîbûn pereyên xwe jî negirtine û wiha berdewam kir: “Me zimanê wan fêm nedikir. Ji me re gotin ji vir derkevin. Konên ku me bi derfetên xwe girtibûn jî, li wir man. Ev 3 meh bû em dixebitîn. Bi pereyê xwe me kon û sobe girt. Dewletê nehişt em wan jî bigirin.
Divê ji vê re bêjin bese
Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê Îsmaîl Şahîn diyar kir ku Walîtiya Gurgumê li dijî Kobaniyan di nava hewldanek derveyî mirovahiyê de ye û beyî ku hincetê nîşan bide Kobaniyî ji bajar derxistine. İsmaîl destnîşan kir ku walîtiyê destpêkê xwestiye ku wan dersînor bike, lê ji ber ku Kobanê bi xeter bûye ew anîne Pirsûsê û got: “Ew di bin baran û heriyê de hiştin. Der barê anîna wan de ti tiştek negotin. Rayedaran tiştek negot. Tenê gotin bi talîmata Walîtiyê ew anîne. Divê rayedar ji vê hovîtiyê re bêjin bes e.”
(rt)

