Ji berxwedana Kobanê re silava roja 90'î
12:31
Kanûn
13
/ 2014
JINHA
RIHA - Di roja 90’î ya berxwedana Kobanê de li gundê Mehser çalakvanên nobetê berê xwe dan Kobanê û ji bo şervanên YPG û YPJ’ê rêz girtin.
Berxwedana Kobanê ku ket roja 90’î tevî hewaya sar jî bi sedan çalakvanên nobetê li gundê Mehser berê xwe dan Kobanê zincîra mirovan çêkirin û berxwedan careke din silav kirin. Gel ji bo şervanên YPG û YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin û dirûşmên, "Bijî berxwedana Kobanê", "Bê serok jiyan nabe" "Silav silav ji Kobanê re hezar silav” gotin.
Piştî çalakiyê mîna her sibe paqijiya derdorê hat kirin.
(rt)

