Protestoya bê deng ji bo wendahiya wan bê dîtin

15:58

JINHA


 AMED - Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windahiyan bi dirûşmên "Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" weke her heftê vê hefteyê jî bi çalakiya rûnîştinê çalakiya 305'emîn li Parka Koşuyoluyê li ber abîdeya Jiyanê li darxistin. Ji ber ya çalakiya rûniştinê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li Taxa Ofîsê li ber avahiya AZC Plaza hatin ba hev bi xizmên windahiyan û Komeleya Parastina Mafê Mirovan çalakiya rûniştinê li darxistin. Di çalakî û meşê de çalakvanan bi bandên reş devê xwe kirin û helwesta hikûmêtê ya li hemberî windahiyan şermezar kirin. Di çalakiyê de Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, şaxa TIHVE'ê ya Amedê, Baroya Amedê, Komeleya Parêzerên Mezopotamya (MHD), Odeya Tabibên Amedê, rêvberên MEYA-DER'ê, Diyar TUHAD-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê û xizmên windahiyan tevlî çalakiyê bûn.


Beriya meşê Serokê Giştî yê ÎHD'ê ya Amedê Racî Bilicî axivî û diyar kir ku helwesta hikûmetê bi tundî şermezar dikin û got,  "Bi vê boneyê em weke çalakvan devê xwe bi banda reş digrin û bi awayekî bêdeng dest bi meşê dikin." Piştî axaftina Bilîcî meş li ber avahiya AZC Plazê destpê kir heya Parka Koşuyolê dewam kir. Çalakvanan li ber abîdeya Jiyanê 30 deqeyan çalakiya rûniştînê pêk anîn.


(rt)