Ji jinên zanîngehê li hember şideta mêran ‘Xala Mor’

10:11

 


Ceren Karlıdag/JINHA


İZMİR  Jinên Zanîngeha Egeyê li hemberî hemû awayê şideta ser jinan Şêwirmendiya ‘Xala Mor’ avakirin. Ji jinên zanîngehê Sultan Keleş diyar kir ku wan xwest li hemberî her awayê şideta ser jinan çalakiyekê bikin. Sultan da zanîn ku ew fikirîne dê Xala Mor ji bo helwesta hemû jinên zanîngehê ya li hember şidetê bibe despêkek.


Jinên Zanîngeha Egeyê li Kampusa zanîngeha xwe ji bo şêwirmendiya hemû jinên zanîngehê li hemberî hemû curê şideta ser jinan û tayîbetî jî tacîza ser xwendekarên jin “Xala Mor” vekirin. Despêkê fikirina avakirina Xala Mor ya xwendekarên Beşa Felsefê û akademisyenan bû û paşê jî xwendekarên ji beşên dinê jî beşdarbûn. Xala Mor ya ku li hemberî şidet, tacîz û tecawîzê hatiye despêkirin, ev nêzî salek û nîvê ye  xebatên xwe berdewam dike. Xwendekara Beşa Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Egeyê Sultan Eylem Keleş sedema avakirina Xala Mor û xebatên wê ji Ajansa me ya JINHA yê re vegot.


‘Xala Mor xalek ya şêwirmendiyê ye’


Sultan anî ziman ku Xala Mor di kampusa zanîngehê de li hember taciz, tecawîz û hemû cureyên şidetê şêwirmendiya jinane.  Sultan destnîşan kir ku sala derbazbûyî li zanîngeha wan gelek buyerên tacîz û şidetê hatin, Xala Mor jî bersiva pirsa emê li hemberî van bûyerên tacîz û şidetê çî bikin bû? Sultan derbirî ku wan êdî şêwirmendiyek di aliyê hiquqî û derunî de jî çêkirine.


‘Emê di aliyê ragihandinê de xwe bi hêz bikin’


Sultan bilêv kir ku ya herî wan dide zorê jî nebûna cihek yê wane. Sultan anî ziman ku ji derveyî Zanîngeha Egeyê ew li tu cihên dinê rastî têkelek wiha nehatine û wiha domand: “Ya me xwest em bikin, li hemberî şideta mêran kirina çalakiyekê bû. Em dixwazin li hember  şideta weke rewa di her aliyê jiyanê de tê dîtin darbeyekê bikin. Ji bo wê jî me xwest despêkê dibin banê Xala Mor de bi hemû jinên zanîngehê re din ava şêwirmendiyekê debin.”


 (zt)