Li ser sînor di dizîna wesayîtan de rola leşkeran çi ye?
10:23
JINHA
RIHA – Welatiyên Kobanê yên bi wesayîtên xwe hatin herêma navber a nêzî Qereqola Mert Îsmaîl a li sînorê Pirsûsê bi cihbûn rastî êrîşan tên û leşker li hemberî van êrîşan bêdeng in û çavê xwe li dizîna wesayîtan digire. Tê gotin ku leşker û çeteyên DAIŞ'ê hevpar in.
Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li heberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê 3 meh li pey xwe hiştin, li gorî rayedarên dewleta Tirkiyeyê dibêjin ango "berdêla vekirîne" ji bo welatiyên Kobanê, welatî di navbera herdu aliyan de dimînin li aliyekê çeteyên DAIŞ'ê zilmê li wan dike, li aliyê din dewleta Tirkiyeyê zilmê li wan dike. Welatiyên Kobanê hatin herêma bi mayin bi cih bûn rastî êrîşên leşkeran û astengkirina zexîre ya ji bo welatiyan were kirin, bi heman armancê rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê jî tên. Welatiyên Kobanê yên bi wesayîtên xwe hatin ji ber ku rastî êrîşan tên û leşker li hemberî van êrîşan bêdeng in û çavê xwe li dizîna wesayîtan digire û li ber çavên wan wesayîtên wan tên dizîn.
Piştî êrîşan wesayîtên xwe terikandin
Welatiyên Kobanê yên hatin vî aliyê sînor yên li TilŞeîr, Siftek, Kor Eli, Sêlim û Aşmê dîsan ji rastî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin, wesayîtên xwe li aliyê gundê Merdesimbêl hiştin û neçarman ku sînor derbas bikin. Piştî tu kes nema li ba wesayîtan, leşkerên li heberî êrîşan bêdeng in û çavê xwe li dizîna wesayîtan digire. Tê gotin ku leşker û çeteyên DAIŞ'ê hevpar in.
Banga leşkeran ya ji bo wesayîtan ji bo DAIŞ'ê
Li nêzî Qereqola Mert Îsmaîl a li sînorê Pirsûsê li gundê Merdesimbêla Kobanê welatiyên bi wesayîtên xwe hatin herêmê, piştî welatî rastî êrîşa 50 endamên DAIŞ'ê hatin necarman ku wesayîtên xwe bi cih bihêlin û sînor derbas bikin. Welatiyê Kobanê yê bi navê Golo Îbrahîm anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê yên hatin ba leşkerên tirk li hev kirin û wesayîtên me dizîn. Eger dewleta tirk bi çeteyan re hevpar nebûya li qada wan û ber çavên wan wesayîtên me nedihat dizîn û wiha got: "Leşkeran gotin 'wesayîtên xwe ji bo DAIŞ'ê berdin û sînor derbaz biki' piştî wê leşkerên tirk bûn hevparên dizîna wesayîtê me."
Gelo niha rêz ya wesayîtên li gundê Alişar e?
Gelo destnîşan kir ku qereqola leşkeran ya Mert Îsmaîl dikeve rojhilatê Kobanê. Welatiyên hatin li vê herêmê jî bi cihbûn leşker dixwazin wan ji wesayîtên wan dûr bixin û wiha ev tişt gotin: "Leşkerên tirk bi 3 wesayîtên zirxî li ser serê me ne, dema keyfa wan bixwaze dayina xwarinê ji bo me asteng dikin. Carna jî êrîş dikin. Heya niha gelek hevalên me hatin birîndar kirin. Her wext ji bo me dibêjin 'wesayîtên xwe berdin sînor derbas bikin' dibêjin. Me bi çavê xwe dît li Merdesimbêlê me wesayîtên xwe hiştin em derbasbûn bi hevpariya Tirkiyeyê çeteyan dizîn, bi vê boneyê em ê wesayîtên xwe nehêlin û sînor derbas bikin. Çeteyên DAIŞ'ê bi dehan car êrîş kir lê me bersîv da . Dîsa di 12'ê kanûnê de 2 çete hatin gotin dûr bikivin 'ev wesayîtên me ne'. Em ji bo mirinê amade ne lê belê em ê wesayîtên xwe bernadin."
Li heberî wêrankirinê tenê hêvî Kobanê ye
Welatiyên ji gundê Boztepa Kobanê hatin li Merdesimbêlê li qada ewlehiya leşkerî bi cihbûn bi wesayîtên xwe dirawestin, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman sînor derbasî Pirsûsê bibin. Wesayîtên welatiyan li ber çavên leşkeran hatin dizîn.
Samîmiyeta leşkeran ya bi çeteyan re'
Welatiyê bi navê Xalit Hec Mistafa yê ji gundê Boztepe bi wesayîta xwe hate li Merdesimbêl bi cih bû, bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê re neçarman derbasî Pirsûsa Rihayê bibin û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê bi 50 endamên xwe êrîşî me kirin. Me ji leşkeran re got wê me bikujin. Tenê leşkeran ji bo me têl rakirin û xwestin em derbas bibin. Piştî wê çeteyên hatin herêmê bi wan re keyfxweşî rûniştin. Leşkeran çavê xwe ji dizîna wesayîtên me re girtin. Ev yek ji îspat dike ku leşkerên tirk hevparên çeteyên DAIŞ'ê ne."
(zt)

