Wesiyeta pîrê Donê ya 80 salî: Ez dixwazim li axa xwe bimirim
10:58
JINHA
RIHA - Pîra 80 salî Donê Ehmed a ji 150 kesên ku piştî êrîşên çeteyan derbasî Mereşê bibûn û bi biryara walîtiyê ji bajêr hatine derxistin, jiyana wê di nav sînorên sûnî hatine danîn de derbas bûye. Pîra Donê ku dayika wê ji Şirnexê ye got: "Ew bi hesreta warê xwe mir, ez naxwazim vê bijîm. Ez dixwazim li ser axa xwe bimirim."
Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê 3 meh berê 25 malbat ji gundên Qasimê, Kinê û Elecaxê ya girêdayê Kobanê ne koçber bûn, bi riya xizmên xwe li Mereşê bi cih bibûn, pêr bi şev bi talîmata Walîtiya Mereşê ji bajêr hatin avêtin. 150 hemwelatiyên Kobanê ku ji hêla polîsan ve bi lez û bez li wesayîtan siwar kirin, anîn Pirsûsê û avêtin kûçeyan. Malbatên ku bê cihek nîşanê wan bidin wisa avêtin kuçeyan, ekîbên Şaredariya Pirsûsê hatin alîkariya wan û ji bo demekî wan li derekî bicih kirin. Ev malbatên ku jin, zarok û ixtiyar jî di nava wan de çend mehên dawî travmayên kişandine wek ku têr nekiribe careke din zilmeke din li wan hate kirin. Jiyana yek ji van pîra 80 salî Donê Ehmed jî, ji êşên di nava sînorên sûnî yên hatine kişandin re ne biyanî ye.
'Dayika min bi hesreta warê xwe mir'
Dayika Donê Sarê, di sala 1960'an de li nêzî Şirnexê koçberê Kobanê dike û bi bavê wê Ahmed Hemo re dizewice. Donê, diyar kir ku dayika wê bi salan hesreta warê xwe di nava xwe de hişt û bi vê awayî çavên xwe li jiyanê girt. Donê, anî ziman ku di vê çerxî de neheqî qet kêm nebû û ev tişt gotin: "Ez naxwazim wek e dayika xwe bêrîkirina warê xwe bikşînim. Dixwazim vegerim Kobanê. Ew bi hesreta warê xwe mir, ez naxwazim vê yekî bijîm. Ez dixwazim li ser axa xwe bimirim."
'Her tiştên me standin'
Donê, destnîşan kir ku piştî çeteyan êrîşê gundê wan Qasimê kir ew pêşî çûn Kobanê, pişt re ji sînor derbasî Mereşê bûn. Donê, got ku ji dilê wê nayê bi 5 zarok û 10 nêviyan ji axa xwe dûr bijîn, lê tiştekî ji destê wan bê jî tune ye. Donê, ragihand ku ew neheqiyê li wan hatî kirin qebûl nakin û wiha got: "Ji roja ez hatime Pirsûse heta niha ji girînê ez bê hal mame. Em ji DAIŞ'ê reviya bûn çûbûn Mereşê. Me kon û her tiştên xwe bi pereyê ji karê pîvaz û pembuyê qezanc kiribû kirîbû. Hêj me xwe di ser hevde neda careke din heman tiştî bi me dane jiyandin. Ez biçim Kobanê şer bikim û bimirim lê li vir rezîl nebûm. Me bi zarokan re davêjin vir û wir. Pir dilê me diêşe. Me perîşan kirin. Êdî taqeta me nema."
'Ez naxwazim rojek jî li vir bijîm'
Donê, diyar kir ku ew naxwazek rojek jî li Tirkiyeyê bijî û wiha pê de çû: "Em rastî neheqiyên mezin hatin. Pêşî çeteyan me ji warê me kir. Niha jî dewleta tirk me davêje vir û wir. Em jî mirov in. Êşa me jî heye. Dema em ji Kobanê derketin ji ber ku nikaribû bimeşiya min zaroke xwe heta Tirkiyeyê bi pişta xwe anî. Heke ez bimirim jî li ser axa xwe bimirim. bila ev îşkence bi dawî bibe."
(zt)

