Şervana MLKP'ê Sîbel Bulut li Kobanê jiyana xwe ji dest da
11:08
JINHA
KOBANÊ - Şervana MLKP'ê Sîbel Bulut li Kobanê di encama operasyona di 21 kanûnê ya li ber çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da.
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê berxwedana şervanên YPJ'ê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur/Eylem Denîz) endama MLKP'ê ya di nava refên YPJ'ê de têdikoşa di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî daxuyaniya ji aliyê MLKP'ê ve hatiye kirin de, Sîbel li Kobanê li çepera başûr di dema operasyona 12'ê kanûnê ya li hemberî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest daye.
MLKP'ê di daxuyaniya xwe ya Rojava de ev agahî dan: "Yek ji şervana partiya me rêheval Sibel Bulut (Sarya Ozgur/Eylem Denîz) li çepera başûrê Kobanê de jiyana xwe ji dest da, hevala me Sibel di dema li heberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikir di 12'ê kanûnê de di encama çalakiyê de jiyana xwe ji dest da. Hevala me Sarya di sala 1989'an de li Dêrsimê dest bi têkoşinê kir û li gelek qadên cuda têkoşîn kir. Hemû kesên vê şoreşê diparêzin. Kesên dengê xwe didin Kobanê. Bila hemû kes niha bikeve dewrê, yek ji hevala me Sarya deng da berxwedana Kobanê, hevala Sarya dema li Kantona Cizîrê bû ji wir derbazî Kobanê bû tevlî berxwedanê bû. Rêhevala me Sarya di 16 cotmeha 2014'an şûnde bi milê şervanên YPG/YPJ'ê li heberî çeteyên hovane di çeperan de bû. Em weke rêhevalên Sarya di serî de ji bo malbata Sarya û tevahî gelan sersaxî dixwazin. Ji serkeftina berxwedana Kobanê û ji bo kesên ji bo Rojava têdikoşin silav. Ji paramazan Kizilbaşlara, Arîn Mîrkana heya Sarya Ozguran re şan be!"
Gelek şoreşgerên Enternasyonal di çeperan de jiyana xwe ji dest dan
Li aliyekê gelek şoreşgerên xwedî li berxwedana Kobanê derketin û di çeperan de cihê xwe digirin, ji ber ya niha jî şervanên MLKP'ê yên weke Serkan Tasun û Suphî Nejat Agirnasli di berxwedana Kobanê de cihê xwe girtin bi awayek lehengî jiyana xwe ji dest dabûn.
(zt)

