Kampanyaya 'Mamayek, şîrek, bîberonekê din bikire' didome
11:17
JINHA
RIHA - Ji kampanyaya ji bo zarok û bebikên Kobaniyan a bi navê "Dema tu ji zarokê xwe re dikirî mamayek, şîrek û bîberoneke din jî bikire" hate destpêkirin her ku diçe piştgirî zêde dibe. Rêveberên kampanyayê ji ber şertan hêj têrî zarokên hewcehiya wan bi şîrê dayikê heyî mama komnekirine û divê hemû kes xwedî li kompanyayê derbikeve.
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê nêzî 20 hezar zarokên Kobanê yên temenê wan 0-3 hatin Pirsûsê. Bi taybet piştî şertên zivistanê dest pê kirin zarok û bebik pirsgirêkên xwedîbûn û starbûnê dijîn. Komeleya Alîkar û Piştevaniya Rojava û Koordînasyona Piştevaniya Kobanê ya Pirsûsê ji bo bebikan di 27'ê mijdarê de kampanyaya bi navê "Dema tu ji zarokê xwe re dikirî mamyek, şîrek û bîberoneke din jî bikire" hate destpêkirin. Ji rêveberên kampanyayê Sevînç Koçak her ku diçe ji kampanyayê re eleqe mezin çêdibe û kampanya dê di mehên zivistanê berdewam bike.
'Hêj jî hewcehî heye'
Sevînç anî ziman ku xwendekarên Fakulteya Erdîngarî Dîrok û Ziman û Fakulteya Ragihandinê yên Zanîngeha Enqere 900 lître şîr kom kir û gihandin Pirsûsê ji zarokan re hate belavkirin û wiha got: "Îsal bi ser ÎHD'ya Enqere dê 4 ton şîr bê. Ji Amedê 700 qutî û ji Almanyayê jî 350 paketên mama hatin. Ligel vê yêkê kesên takekesî jî dişînin hene. Lê hêj hewcehî bi dawî nebûn e."
Bi lezgînî hewcehî bi mama heye
Sevînç da zanîn ku bebikên Kobanê ji ber şertên nebaş bi şîrê dayikê nayên xwedîkirin û wiha axivî: "Li gorî agahiyên me ji zanistên tenduristiya zarokan girtin dema şîrê dayîkê tunebe ji bo xwedîbûna zarokan mama pêwîst e. Herî kêm 6 mehan divê mama bê dayîn lê hêj mamayê me bidin zarokan ê têrê hatî tuneye. Ji bo mamaya bebikan û hewcehiyên zarokên ji 5 saliyê mezintir armanca me ew e ku li her konbajar û taxekî metbexên mam ava bikin. Ji bo van metbexan hewcehiya me bi konteyniren rêk û pêk, mam, şîr, hêk, penîr, zeytîn û alavên taştê yên din heye. Ji bo vê yekê em li benda têkîliyên rêxistinên sivîl, komele, partî, sazî û kesên dilxwaz in. Em amade ne ku ji kes û saziyên ji bo avakirina metfeqên mama alîkariyê bidin me em rapora maliyeyê pêşkêş bikin."
'Em hêviyê bi hev re mezin bikin'
Sevînç banga piştevaniyê li hemû kesî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev pêvajo ji bo hemû kesî gelek zor e bi taybet ji bo zarok û bebikan hêj zor derbas dibe. Ji ber vê yekê em banga xwe dubare dikin. Em tura piştevaniyê bi hêz bikin û em hêviyê bi hev re mezin bikin."
(zt)

