'Tişta me li ser piyan dihêle rûmeta me ye'
11:27
JINHA
RIHA - Dayika Fermandarê YPG'ê Dilovan Perî yê di destpêka şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest da Sebîhe Bozan nirxandina "Tovên şoreşê yê ku kurê min û hevalên wî çandine ewqas xurt e ku çete dê nekarin li wir bimînin. Dikarin hemû tiştên me bigirin lê rûmeta me dê me li ser piyan bihêle" kir.
Ji Fermandarên YPG'ê Dilovan Perî di 19'ê Tîrmehê de piştî du rojan şoreşa Rojava hate îlankirin ji aliyê rejîma Sûriyeyê û êrîşên çeteyan de hate qetilkirin. Li Kobanê ya ku tovên şoreşê hatin avêtin de li pey Dilovan bi hezaran ciwan ji bo xwedîderketina şoreşê şer dikin. Dayika Dilovan, Sebîhe Bozan piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dema ku sivîl ji Kobanê hatine derxistin hate Pirsûsê.
'Tovên şoreşê bi awayek xurt hatin çandin'
Sebîha a ku bi neviyên xwe ve li kon de jiyana xwe didomîne wiha got: "Em ê di demeke nêz de vegerin, kurê min û hevalên wî tovên şoreşê ewqas xurt çandin ku rêhevalên wan niha ji bo bîranîna wan şer dikin."
‘Dê rumeta me dê me li ser piyan bihêl e’
Sebîha bilêv kir ku kurê wê di 19'ê Tîrmeha 2012'an de şoreşa Rojava hate îlankirin xîtabî gel kiriye piştî 2 rojan jî hatiye qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kurê min Dilovan Kobanê ya ku yekemîn bajarê şoreşa Rojava ye xîtabî bi deh hezaran kesan kir û mizgîniya şoreşê da. Lê bêbextan dev ji dagirkirina bajarê me bernedan. Di 21'ê Tîrmehê de li rojhilatê Kobanê di encema êrîşên çeteyên ADIŞ'ê de şehîd ket. Dikarin hemû tiştên me ji destên me bigirin lê rûmeta me dê me li ser piyan bihêle."
Sebîha da zanîn ku ji ber ku pîr bûye ji aliyê YPG'iyan ve bi zorê ji bajar hatiye nerxistin û wê nedixwest bajar biterikîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Xwîna Dilovan û hevalên wî hatiye rijandin, bila tu kes nefikire ku em ê dev ji Kobanê berdin. Heke niha em li vir dijîn ev yek ji ber girêdana me ye emaneta şehîdan e. Em gihîştine wî hişmendiya ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê serê xwe netawînin. Baş e ku min Dilovan anî dinê û mezin kir. Wî ji bo azadiya gelê Kurdistanê û ji bo Kurdistanê têkoşîn da û niha weke fermandarek gelê xwe yê nemir bûye û navê wî derbasî dîrokê bûye."
(zt)

