Ji Mehserê silava Sarya û Paramaz li Kobanê hat kirin

13:50

 


JINHA


RIHA - Di roja 91'emîn a berxwedana Kobanê de, di çalakiya zincîra ji mirovan a li ser sînor de dê û bavê Suphî Necat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, amade bûn. Di çalakiyê de şervanên MLKP'ê yên jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn.

Di roja 91'emîn a berxwedana Kobanê de, li gundê Mehser ê Pirsûsê girseya gel bi destê hev girt û bi çalakiya zincîra ji mirovan re berxwedana Kobanê silav kir. Di çalakiyê de li gel dê û bavê şervanê MLKP'ê Suphî Necat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk, Alîkara Serokê Giştî yê ESP'ê Fetihe Ok bi sedan kes amade bûn. Di çalakiya zincîra ji mirovan a bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, dirûşmên "Şehîd Namirin", "Silav silav ji Kobanê re hezar silav", "Bijî Berxwedana Kobanê" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

'Ew li cihê ku divê lê bin bûn'

Piştî çalakiya ku bi çepik û tilîliyan bi dawî bû, malbata Necat û Fetihe a ESP'yî axivîn. Fetiye Ok a ESP'yî bi bîranîna cangoriyên Kobanê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Heta ku li ser sînorê Kobanê bi hezaran ciwan, extiyar û jin li ber xwe bidin wê Kobanê nekeve, têk neçe." Fetihe diyar kir ku sedsala bîst û yekan sedsala Kurdan e û got, "Ya ku herî dawî jiyana xwe ji dest da şevana MLKP'ê Sîbel Bûlût (Sarya) ya ji Dêrsimê bû. Li çepera ku Paramaz li ber xwe da. Her du jî li cihê diviyabûn lêbûya, li ber xwe dan û gihaştin asta nemiran."

‘Kobanê çarenûsa mirovahiyê ye'

Bavê Necat Hîkmet Acûn jî ev tişt anî ziman:"Dîrok wê weke xaka azad behsa Kobanê bike. Divê were dîtin ku Kobanê deriyê li azadiyê vedibe ye. Deriyê biçûk cîhaneke gelekî mezin vedike." Hîkmet ragihand ku êrîşa hêzên emperyalîst a li hemberî Kobanê, êrîşek ji bo fetisandina şoreşa Kobanê, pêşeroja azad e û got, "Yên ku li vê derê deriyê azadiyê vedikin eger ne Kurd bûna, Çerkez yan jî Mohîkan bûna, wê dîsa êrîş bikira. Kurd rola xwe ya ne tenê ya wan e, dilîzin. Zorê didin deriyên dîrokê. Divê ev yek ji her kesî re bê gotin. Ev xak ne tenê ya Kurdan e, warê pêşerojê ye."

Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk jî da xuyakirin ku yên li Kobanê şer dikin ne tenê li ser navê kurdayetiyê, li ser navê pêşeroja mirovahiyê şer dikin, lewma berxwedana Kobanê bûye parçeyek ji dîroka mirovahiyê.

(zt)