‘Şoreşgerî weke Sarya bûne’

13:57

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - ESP'ê têkîldarî şervana MLKP'ê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur/Eylem Denîz) a li Kobanê jiyana xwe ji dest da daxuyanî da û nirxandina "Niha şoreşgerî weke Sarya bûne" kir. 

Rêxistinen Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Kurdistanê der barê şervena MLKP'ê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur/ Eylem Denîz) a li Kobanê jiyana xwe ji dest da daxyaniyeke nivîskî da û ji bo malbata Bulut û rêhevalên wê sersaxî xwest. Di daxuyaniyê de nirxandinên "Rêheval Sarya wekî rêhevalên xwe Mazlum û Paramaz di tevlibûna şoreşa Rojava de di asta herî jor de gihîşt şehadetê û bi hemû hebûna xwe ve şoreş his kir weke Arîn û Kaderan bû sembola Şoreşa Jinan a Rojava" hate kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Sîbel di eniya başûr de dema li dijî çeteyên ADIŞ'ê şer dikir jiyana xwe ji dest daye. 

Di berdewama daxuyaniyê de jî ev tişt hatin gotin: "Rêheval Sarya ya ku di heman demê de welatparezeke sosyalîst bû, şoreşa ku wê hişt, ala sosyalîzm û azadiyê em sond dixwin ku li her derê welat bilind bikin. Niha şoreşgerî weke Sarya bûne."

(zt)