Li ser sînor leşkerên tirk jina ciwan Hêvî revandin

16:50

JINHA


EFRÎN– Leşkerên Tirk jineke ciwan a bi navê Hêvî Hiso (19) ya ji Efrînê li ser sînor di navbera Rojava û Bakur de revandin.


Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin bi dest xistin roja 27'ê mijdarê jinek ciwan a bi navê Hêvî Hiso bi armanca peydakirina pêdiviyên xwe yên jiyanî berê xwe da sînorê Bakurê Kurdistanê da ku derbazî Bakur bibe. Hêvî li vir ji aliyê leşkerên tirk ve hate revandin. Xizmên Hêvî diyar kirin ku heta niha ew çarenûs û sedema revandina Hêvî hînebûne.


(zt)