Operasyonên YPG'ê dewam dike
11:08
JINHA
KOBANÊ - Şervanên YPG/YPJ’ê bi operasyonên ku li başûr û başûrê rohilatê Kobanê dan destpêkirin pêş de diçin. Gelek cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê hene, tê dîtin ku ji bo şopa xwe nehêlin hinekan dişewitînin. Şervanê YPG’ê Dîlsoz Kobanê têkildarî pêşde çûnê de axivî û wiha got: “Çete ji kolan û nokteyên dora riya Termîk-Halebê di encama çalakiyên me de hatin paqijkirin. Di van çalakiyan de gelek cenaze û cebilxane ketin destê me.”
Berxwedana Kobanê ya bêhempa di roja 92'an de ye. Şervnên YPG/YPJ’ê di çarçoveya operasyonên pêk anîn de çalakiyên ku aliyê şer yê herêmê diguhere didomîne. Di çalakiyên ku kontrola riya Termîk û Halebê ku xeta îkbal û girêdana eniyên rojhilat û rojava ya bajar dike, ket destê YPG’ê de, çeteyên DAIŞ’ê wedahiyên giran dan û li eniya Başurê Rojhilatê Kobanê çete hatin vekişandin, li eniya başur jî bi rêjeyek mezin vekişiyan. Li gorî nûçeya rojnameger Îbrahîm Aslan û Mehmet Zekî Çîçek di encama çalakiyan de YPG’ê li herêmek mezin kontrol girt dest xwe û tê dîtin ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo li pey xwe şopê nehêlin cenazeyên xwe dişewitînin.
Mewziyên DAIŞ'ê destê YPG'ê de ne
Ji bo ku em vê rewşa başûrê Bajar bibînin em ketin rê. Di seranserê rêwitiya me de ji her derê bajar dengê çekan dihat, di ruyê hemû şervanên ku me di rê de dîtin de rukenî, bi rukenî û kelecan hebû. Me nokteyên ku berê ji ber sekvanan baldar derbas dikir, şervanê YPG'ê Dilsoz ku di operasyona aliyê başûr bajar de cih girtîbû ji me rehberî dikir, bi awayek rehet tevdigera û li heneke cihan jî bi pêngavên lezgîn me derbas dikirin. Dilsoz ku dît em bi fikarin got: "Heval rehet bin. Mewziyên sekvanên çeteyên DAIŞ'ê di bin kontrola havalên me de ne."
Çeteyên DAIŞ'ê cenazeyên xwe dişewitîne
Rêwitiya me di nava kavîlên ku şer bi hemû aliyê nîşna dede, berdewam dike û di dema rêwitiyê de nivîseke 'Hêzên azadiyê yê yekbûyî' û li bin jî posterê Che Guavera balê dikişîne. Her ku em diçin dengê çekên giran nêz dibin û em jî meşa xwe berdewam dikin. Rehberê me Dilsoz diyar kir ku herêma li pêş me di çalakiya dewî de ketiye bin kontrola wan. Di rê de em wesayîtên parçekirî yên aydê DAIŞ'ê dibînin. Ji dîwarên xaniyan yê hilweşiyayî kolanan em xwe digigînin mewziyên YPG/YPJ'ê. Piştî sohbeta kurd ya bi şervanên YPG'ê re, têkildarî çalakiyan agahî dan û diyar kirin ku çeteyên ku ji YPG'ê derbeyên giran girtin ji bo ku li pey xwe belgeyan nehêlin cenazeyên hevalên xwe didin ber agir.
Ji nokteya ku em lêne em herêmeke dirêj ya ji Girê Miştenûr destpê dike heta rojavayê bajar dirêj dibe dibînin. Li kolana ku li herî başûrê bajare, em dibînin ku sê YPG’ê bi baldariyek mezin herêma ku ji çeteyan paqij kirine lê xebata lêgerîn û paqijiyê dikin.30 metre durî me riya Termîk-Halebê bi rehetî tê dîtin. Ev herêma ketiye destê YPG’ê û ev jî nîşan dide ku aliyê şer guheriye. Ji ber ku her tim ji Rakka, Minbîç û Cerablusê ji çeteyan re ji van riyan takviye dihat. Li Kolanan gelek cesedên aydê DAIŞ’ê tên dîtin. Her wiha em bûn şahidê ku DAIŞ’ê cenazeyên aydê xwe şewitandine û ev jî hovîtiya DAIŞ’ê carek din nîşan dide.
Nokteyên çeteyên dagir kiribû hat paqijkirin
Şervanê YPG’ê Dilsoz Kobanê wiha diaxive: “Demek berê ji aliyê hêzên ve ji bo ku çete ji bajar bên paqijkirin operasyonek plankirin, didome û çete darbeyên giran digirin. Hemû kolan û nokteyên riya Termîk Halebê hat paqijkirin. Gelek cenaze ketin destê me. Niha em xeta xwe ya parastinê ya hamleya xwe ava dikin.
Şervana YPJ’ê Nubahar Qamişlo jî got piştî operasyona ku pêk anîne DAIŞ’ê du caran hewl daye êrîş bikin lê şervanan bi berxwedanek tund ew vala derxistine.
(zt)

