Kujerên Kaderê ev 40 roj in nayên dîtin!

11:14

 


JINHA


RIHA  - Kujerên Kader Ortakayaya ku dema ji sînor derbasî Kobanê dibû hate qetilkirin ev 40 rojin dernexistin pêşberi darazê. Dosyaya Kader ligel îfadeyên şahidan a "Çawişê pispos hedef girt û gule berda" jî dozgerî, emniyet û cendirme nivîsandinên burokratîk derbas dakin.


Xwendekara lîsansa bilind a Zanîngeha Marmarayê û Endama Platforma Azadiya Civakî (TOP) Kader Ortakaya ya di 6'ê mijdarê de dema ji sînor xwest derbasî Kobanê bibe ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin. Ligel ku li ser qetilkirina Kader 40 orj derbas bûnj î di lêpirsînê de gavek jî nehat avêtin. Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê daye destpêkirin de di nivîsandinê di navbera Emniyet û Fermandariya Cendirmeyan û dozgeriyê tên kirin de tu pêşketin çênebû. Tê gotin ku ji ber ku di dosyayê de şahidên ku navên wan derbas dibin nehatine guhdarkirin pêşketinek derneketiye holê.


Lê di dosyayê de îfadeyên hin şahidan hene. Cahît Uçar ê ku dema Kader hate qetilkirin li wir bû di îfadeya xwe de gotiye ku leşkeran hedef nîşan dane û Kader qetilkiriye. Cahît di îfadeya xwe de ev tişt anî ziman: "Em bi Kaderê re ji bo piştgiriya berxwedanê ji sînor derbas bûn. di wê navberê de ji waseyîteke bi zirxî kesekî em texmîn dikin çawişê pispor e hedef girt û gule berda. Kader kir hedef. Piştî bûyerê ez wekî şahidê bûyerê dîsa derbasî aliyê Pirsûsê bûm. Di vê navberê de leşkeran min dan rawestandin û bi hinceta sînor îhlal kiriye 3 hezar ceza birîn."


Parêzera dozê Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku wê hin şahîd guhdar kiriye û di dema bûyerê de hin şahidên ku wê demê li cem Kader bûn û di nûçeyên DÎHA'yê de hene guhdar nekiye. Çelîk destnîşan kir ku dozgeriyê ji wan re gotiye ku têkîldarî bûyerê li emniyet û cendirmeyan lêpirsîn tê meşandin û ji ber ku di navbera saziyan de nivîsandin deren pêk tê lêpirsîn jî dê dirêj bidome.


Piştî bûyerê hevalên Kader diyar kiribûn ku çawişekî pispor hedef nîşan daye û Kader kuştiye. Walîtiya Rihayê jî îdia kiribû sedema mirina Kader şarapnel e lê hevalên wê walîtî derewandibûn û anîbûn ziman ku di nava 44 kesan de KAder bi awayeke zanebûn hedef hatibû nîşandan.


(rt/zt)