Mîrateya çapemeniya azad ji Gurbetllî heya Sîbelê...

11:29

 


JINHA


RIHA  - Gerînendenê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Atilim Sedat Şenoglu diyar kir ku Midûra Karên Nivîsê yê berê yê Rojnameya Atilimê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) di berxwendana Kobanê de cih girt û jiyana xwe ji dest da nîşaneya girêdana kevneşopiya çapemeniya azad e û wiha got: "Şahadeta Sîbelê bersiva zextên faşîst ên li ser çapemeniya azad e. Di heman demê de nîşaneya girêdan kevneşopiya Gurbetllî Ersoz e."


Şervana MLKP'ê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) di 12'ê kanûnê de li eniya bakûr a Kobanê di operasyona li hemberî çeteyan de jiyana xwe ji dest da di heman demê de xebatkareke çapemeniya sosyalîst bû. Sîbel Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Rojnameya Atilimê bû. Hevalê Sîbel ê xebatê Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Atilimê Sîbel vegot. Sedat diyar kir ku Sîbel di salên 2008-09'an de peywira Midûra Karên Nivîsan a rojnameyê kir û derbarê wê de bi dehan doz hatin vekirin û wiha got: "Em hînbûn ku Rêhevala me di berxwedana Kobanê de şehîd ketiye. Em weke çapemeniya sosyalîst û çapemeniya azad serbilind in. Ji ber ku dema 21 sal berê rojnameya me derket me gotibû, 'Em berdevkên dozeke gelek mezin in û weke pêşengên şerek mezin me dest bi weşanê kir' A niha li Kobanê dozeke mezin tê meşandin. Sîbel jî di wê riya şoreşgeriyê de derket rê."


Mîratgera Gurbetellî


Sedat anî ziman ku Sîbel bi rûmeta şoreşgeriyê tevgeriya û li cihê lê ba lêbû. Sedat, bibirîxist ku Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Gundemê Gurbetellî Ersoz di nava refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest da û kevneşopiya çapemeniya azad berdewam dike û wiha axivî: "Sîbelê biryareke gelek rast da. Şahadeta wê ji bo me bersiva li hemberî zextên faşîstan a li ser çapemeniya azad e. Di heman demê de nîşaneya girêdana kevneşopiya Gurbetellî Ersoz e. Nîşaneya girêdana Arîn Mîrkanan, Serkanan û Paramazan e. Ji ber ku xebatkarên çapemeniya sosyalîst li kuderê bin bila bibin dê doza xwe bidomînin. Em doza mirovahiyê didomînin."


'Kobanê axa şoreşê ye'


Sedat da zanîn ku Sîbelê bê teredut têkoşîna şoreşgeriyê bi biryar berdewam kir û wiha pê de çû: "Wê got, 'Heke rêvîngiyeke şoreşgeriyê be li kuderê bangî min bikin ez dê li wir bim' û bi vê gotinê li Kobanê weke şervanek derket pêşberî me. Şahadeta wê di her alî de bi wateye.Şoreşa Kobanê şoreşa jinê ye. Axa jin xwe li ser bibînin, azad bikin e. Yanî axa şoreşê ye. Sîbel ji wêder wêdetir tu cihên din nedibû."


Sedat axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heke Kobanê hebe em jî hene nebe em jî tunune. Ji bo şoreşger û sosyalîstan û azadîxwazan ji bilî Kobanê tu pêşerojeke din tuneye. Em dê piştgiriya xwe bi hêz bikin. Weke şopkerên Sîbelê em dê rûmet û rastiya wir ji hemû kesî re vebêjin."


(rt/zt)