Li sînor albûma samîmî ya leşker û çeteyên DAIŞ'ê

11:42

 


JINHA


RIHA  - Li Kobanê berxwedan 92 roj in berdewam dike û helwesta Dewleta Tirkiyeyê jî hêj dibe mijara niqaşê. Herî dawî çeteyên DAIŞ'ê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê aliyê Tirkiyeyê bikaranîn û êrîşê Kobanê kir û bi belge û wêneyan hevkariya leşker û çeteyên DAIŞ'ê hat dîtin. Rêya Trînê ya xeta sînor veguheriye barageha çeteyan û leşkerên Tirk.


Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di 15'ê îlonê de bi hemû çekên giran tanq, top û hewana yên li ser Kantona Kobanê ya Rojava, bi berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê 3 meh li pey xwe hişt. Bi dehan car bi dîmenana hevkariya Tirkiyê ya bi çetyan re hat îspat kirin. Li aliyekê berxwedana bêhempa ya Kobanê di roja 92'an de dewam dike, li aliyekê din li ser sînor albûma samîmî ya leşkerên Tirk û çeteyên DAIŞ'ê bi wêne û dîmenan derket holê.


Li gorî îdiayên ku di 14'ê îlonê de trînên Tirk ji sewqiyata 10 tank û cebilxaneyê ji bo gundê Sîbqiran a rojhlatê Kobanê ku çete lê diman kiriye ji aliyê Kobaniyan ve gelek caran hat ziman, ÎMC TV'yê jî çeteyên ku sînorê gundê Sîftek derbaskirin û êrîşê şervanên YPG/YPJ'ê kirin xistibû bin qeydan. Dîsa ajansa me DÎHA'yê çeteyên ku ji gundê Zorava hatin û bi leşkerên Tirk yên li heberî gundê Tîlverda bûn re pozên samîmî dan hatibûn kişandin.


Li hemberî welatiyên sivîl êrîşan leşkeran û çeteyên DAIŞ'ê


Welatiyên Kobanê yên ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyan û hatin qada bi mayîn ya di bin kontrola leşkeran de bûn rastî zilma leşkerên Tirk hatin. Welatiyên Kobanê yên li hemberî gundê Tîl Şeîr, Siftek, Sêlîm, Korelî,Aşmê, Kaniya Kurdan, Kîkan, Zehvan, Merdemsimbêl, Alîşar, Kosîk, Qeremok wesayîtên xwe bi cihkirin, bi dehan carî rastî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê hatin. Li Tîl Şeîrê di encama êrîşa çeteyan de 4 kes, li Siftekê jî kesekî jiyana xwe ji destda. Bi dehan jî birîndar bûn. Leşkerên ku li dijî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê wek temaşevan man, dizîna bi sedan wesayît jî temaşe kirin û şewitandina wan jî temeşakirin.


Dem dan çeteyan!


Herî dawî çeteyên DAIŞ'ê di 29'ê mijdarê ji deriyê sînor yê Murşîtpinarê ji aliyê Tirkiyeyê ve hewl da bi wesayîta bombebarkirî êrîşê pêk bîne. Dewleta Tirk jî ev yek înkar kir.Hate îdiakirin ku leşkeran ji bo dagirkirina Kobanê 4 saet dem daye ku axa Tirkiyeyê bikarbînin. Ev bi dehan carî bi belgeyan hate aşakarekirin. Riya trînê ya xeta sînor jî bûye barageha çeteyên DAIŞ'ê û leşkerên Tirk.


Leşker hawanan nabîne!


Hewldana çeteyên DAIŞ'ê ya ji bo dagirkirina Kobanê bi topên hewanê ji 1 cotmeha 2014'an de dewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê yên topa hawanê li ser xeta trînê ya Tirk ava kiriye û ev bi wêneyan hat dîtin. Di wêneyan de tê dîtin ku çete ji gundê Merdemsimbêl êrîşê gundê Kîkan dikin û bi hawana ku li ser riya tirînê ava kirine êrîşê berxwedêrên Kobanê dike. Li ser xeta sînor jî leşkerên Tirk yên bi wesayîtên zirxî radiwestin, bi dehan topên ku li ser axa wan dikevin jî ji nedîtinê ve tên, ev yek jî hevkariya leşkeran ya bi çeteyan re îspat dike. Dîsan wêneyên leşkerên Tirk û çeteyên DAIŞ'ê yên 100 metre nêzî qarakola leşkerî ya Mert Îsmîl hatin balkîşand.


(rt/zt)