'Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê di cîhanê de mînak e'

11:50

 


JINHA


RIHA - Ebû Moro (73) yê li taxa Kaniya Kurda ya Kobanê dijiya ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçber bû û hat Pirsûsê. Ebû Moro yê 73 salî 6 mehî cavên xwe wendakiri ye û ligel bêderfetiyê 4 zimana dizan e. Ebû Moro dema helbestwanê mezin Cegerxwîn naskir û pêv dest bi dengbêjiyê kir. Ebû Moro diyar kir ku şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê di cîhanê de mînak e û wiha got: "Ev 3 sal şoreşa Rojava pêk hati ye. Ev şoreşa di dinê de minak e. Ji ber me gelek êş ji ber sînoran kişandi ye. Sînor her tim belayê serê kurda ye. Her tim me kurda kir perçe perçe. Divê êdî em van sînora ji holê rakin û em kurd bibin yek." 

Ebû Moro (73) yê li taxa Kaniya Kurda ya Kobanê dijî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçber bû û hat Pirsûsê. Ebû Moro di nav gel de bi navê Hafizê Kor tê naskirin. Ebû Moro yê 73 salî 6 mehî cavên xwe wendakiri ye û ligel bêderfetiya 4 zimana dizan e. Ebû Moro dema helbestwanê mezin Cegerxwîn naskir û pêv dest bi dengbêji yê kir. Ji ber ku malbata xwe wenda kir tenê jiyana xwe didomîn e. Ebû Moro zimanê kurdî, erebî, tikî û îbranî jî zane. Ebû Moro tenê ne çanda xwe çanda derdora gelê dinê jî bi eleqedar e. Moro diyarkir ku mezheba ziman û çandê tune ye û gorî derfetên xwe heta ji destên wî tê be ziman û çandan hîn bibe. Ebû Moro destnîşan kir ku bi vî temenê xwe jî ji bo tiştan fêr bibe hewldide û wiha axivî: "Ez 6 mehî bûm cavên xwe wendakir. Min dinê qet nedîti ye, lê belê ne girîn e, herî girîng hiş û dil e. Min jî dixwewst cavên min heba û derdora xwe bidîta. Her tişt di destên mirov deye. Divê mere hêviya xwe wenda nekin."

'Divê êdî em van sînora ji holê rakin û em kurd bibin yek'

Ebû Moro di derbarê naskirin û hevaltiya Cegerxwîn ev tişt got: "Min 17 salî Cegerxwîn naskir. Ji wê çaxê pêv bandora wî li ser min çê bû. Ez gelekî ji seydayê Cegerxwîn hezdikim. Ji aliyekî ez şagirtê wî me. Min gelek stran li ser wî derxisti ye. Ez stranê wî hemûya zanim. Ez hijmara stranê dibêjim nizanim. Ez gelemperî li ser sînora dibêjim, çimkî ji ber me gelek êş ji ber sînoran kişandi ye. Sînor her tim belayê serê kurda ye. Her tim me kurda kir perçe perçe. Divê êdî em van sînora ji holê rakin û em kurd bibin yek û li hevdû xwedî derbikevin. Heke em li hevdû xwedî derkevin ne DAIŞ, ne tirk ne jî fars nikarin me. Pevek Cegerxwîn heye 'Ger em nebin yek em ê herin yek bi yek'. Divê em guh bidin vê pêyva. Ne peyvek di rêzêyi. Ez stranên Memê Alan û Derwêşê Evdî jî hemû zanin. Klamên min bixwe nivîsandi jî hene."

'Rêberê Gelê Kurda Abdûllah Ocalan kurd bi dinê da naskirin'

Ebû Moro bi lêv kir ku di vê rewşa xwe de di nav sîyasî de jî cîh girtiye û ji ber vê yekê keti 3 meha de girtigehê de ma ye. Moro da zanîn ku heta neha ji bo tevgara kurdan tiştên ji destên wî hatiye kiri ye û wiha pê de çû: "Ev 3 sal şoreşa Rojava pêk hati ye. Ev şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê di dinê de minak e. Yên vê şoreşa tahmûl nakin ji bo vê şoreşa bifetisînin kemîna çêdikin. Wek çeteyên DAIŞ'ê hatiye welatê me li ser navê islamiyDivê kes ji gelê xwe dûr nekevin. Me bi serhildana Şex Saît û Seyît Riza hebûna xwe îlan kir. Herî dawî me bi serhildana PKK'ê bi saya Rêberê Gelê Kurda Abdûllah Ocalan de kurd bi dinê da naskirin. Ji ber vê yekê divê êdî kurd wek Seydayê Cegerxwîn jî anî ziman divê em bibin yek. Xêndî veya tu xellasiya me tune ye." 


(kom/zt)