KJK: Divê jinên dildarê azadiyê şopdarê Arîn, Kader û Sîbelan bin
12:23
JINHA
NANENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK'ê, di kesayetiya Sîbel Bûlût (Sarya Eylem Denîz) girêdayî berxwedana destaniya Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand. KJK’ê di daxuyaniyê de banga bilindkirina tekoşînê li hemû jinan kir û wiha berdewam kir: "Em bang li hemû jinên dildarên azadiyê dikin ku refên berxwedanê xurt bikin, rêxistinbûyîna hevpar ava bikin û bi hêzek mezintir beşdarî berxwedana Rojava ya ku pêşeroj û hevgirtina azad a gelan e, bibin. "
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi daxuyaniyeke nivîskî Sîbel Bûlût (Sarya Eylem Denîz) a li Kobanê jiyana xwe ji dest da bibîr anî. Koordînasyona KJK'ê bi daxuyaniyek nivîskî di derbarê Sîbel de wiha dibêje: "Şoreşa Rojava, ji bo şoreşgerên sînor rakirine û di dilê xwe de ruhê berxwedana şoreşê û yekîtiya azad a civakan dijîn, bûye cihê hevpar ê azadiyê. Rêhevala me Sîbel Bûlût (Sarya Eylem Denîz) a weke mîlîtana MLKP'ê li nava refên YPG û YPJ'ê tevlî berxwedanê bûye, li refên herî pêş ên vê berxwedana destanî cih girtiye û berxwedan mezin kiriye. Bi cihgirtina li nava refên şerê rûmeta mirovahiyê re, dilsoziya herî mezin a bi mîratya şoreşgerî nîşan daye."
'berxwedan wezîfeya mırovahıyê ya dîrokî ye'
Daxuyanî wiha didome: "Li dijî netewe dewlet û çeteyên faşîst ên hevkarên wan mîna DAIŞ'ê, ku weke kabûsekê bi ser gelên Rojhilata Navîn de hatine, berxwedan wezîfeyeke însanî ya dîrokî ye. Bi têgihiştina; berxwedan û têkoşîn hêza herî bingehîn a çareseriyê ya gelan e, rêhevala me Sarya ya li refên berxwedanê şehîd ket, ev hişmendiya dîrokî ya mirovahiyê ye.
Li xaka kevnare ya Rojhilata Navîn, berxwedana dîrokî ya hezaran salan û hişmendiya jiyana hevpar, bi pêşengiya jinê bûye xwedî ruhekî enternasyonalîst. Arîn, Kader, Sîbel û hînê bi hezaran jin, bi evînên xwe yên azadiyê ku sînoran nas nakin û bi berxwedanên xwe yên bi heybet re nîşan dan, ku berxwedana li Kobanê berxwedana li hemberî desthilatdariya salan e. Bi hevgirtina têkoşîna sosyalîst û baweriya ji vîna cehwerî ya gelan re, wê jin bi dildariya azadiyê, berxwedan û rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin."
'tevlî berxwedana rojava bıbın'
Di daxuyaniyê de KJK'ê banga tevlîbûna li berxwedana Rojava kir û wiha dom kir: "Em bang li hemû jinên dildarên azadiyê dikin ku refên berxwedanê xurt bikin, rêxistinbûyîna hevpar ava bikin û bi hêzeke mezintir beşdarî berxwedana Rojava ya ku pêşeroj û hevgirtina azad a gelan e, bibin. Em careke din di kesayetiya rêhevala Sarya de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê agirê berxwedanê geş bikin."
(zt)

