Di çalakiya nobetê de berxwedana Kobanê hat silavkirin
12:48
JINHA
RIHA - Di 92'emîn roja berxwedana mezin ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de, li xeta sînor zincîra mirovahiyê hat avakirin.
Di 92'emîn roja berxwedana Kobanê de bi armanca piştgiriya berxwedanê û ewlehiya sînor pêk bînin, li cihê ku nobet dihat girtin li xeta sînor a Pirsûs-Kobanê li gundê Mehser û Mîseynterê çalakiya zincîra mirovahiyê hat avakirin. Bi sedan kesî destê hev girtin. Dayika Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz) ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû û her wiha hevpîşeyên rojnameger yên şervana MLKP'ê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) û hevalên wê tevli bûn.
Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û piştî vê bi sedan kesî berê xwe dan Kobanê û dirûşmeyên 'Bijî berxwedana Kobanê', 'Bijî berxwedana YPG-YPJ'ê' û 'Silav Silav ji Îmraliyê re hezar silav' hatin berzkirin.
Piştî çalakiya zincîra mirovahiyê berxwedêrên nobetê li gundên ku çalakiya xwe berdewam dikin paqijiya derdorê kirin.
(rt/zt)

