Îdîaya li Erdîş jinekê xwestiye xwe întîhar bike
13:56
JINHA
WAN - Li Erdîşê tê îdîa kirin ku Z.Ç bi çeka hevserê xwe yê leşker xwestiye xwe întîhar bike.
Li Taxa Sahîlkentê ya Navçeya Erdîşê a Wanê,hat îdîa kirin ku Z.Ç bi çeka hevserê xwe yê leşker xwestiye xwe întîhar bike. Z.Ç hemşîretiya Servîsa Zarokan a li Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê dixebite. Tê îdîa kirin ku wê bi çekê dilê xwe hedef girtiye û xwestiye xwe întîhar bike. Z.Ç ya ku bi giranî birîndar bibû rakirin nexweşxanê. Zaroka wê ya 4 salî jî diyar kir ku dayika wî li hemamê bi çekê xwestiye xwe întihar bike.
Hat zanîn ku, piştî mûdahaleya despêk ya li Nexweşxaneya dewletê ji bo Z.Ç'e hat kirin ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Wanê.
(rt/zt)
