Dayikên Aştiyê polîtîkayên Îranê şermezar kirin

13:59

 


JINHA


AMED  - Endama Meclisa Dayika Aştiyê Nevriye Kaçar diyar kir ku girtiyên siyasî yên kurd ên li Girtîgeha Îranê de meheke di çalakiya greva birçîbûnê de ne û banga baldariyê kir. Nervîye polîtîkayên dewleta Îranê yên darvekirinê jî şermezar kirin û banga dest ji van polîtîkiyan berbide kir.


Meclîsa Dayikên Aşitiyê, ji bo balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên kurd ên li Girtîgeha Urmiyeyê û polîtîkayên Dewleta Îranê yên darvekirinê li avahiya komeleyê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliye Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nevriye Kaçar ve hat xwendin. Kaçar diyar kir ku girtiyên siyasî yê kurd ên li girtîgehên Îranê de ji ber binpêkirinê mafên mirovan û polîtîkayên dijmirovahî yên dewleta Îranê dest bi greva birçbûnê kirin û wiha got: "Girtiyên siyasî yên kurd ên li girtîgehên Îranê de mehek di rojiya mirinê de ne. Destê kê di hundirê van de be em wan şermezar dikin. Mirovatî û mislimantiya Îranê qet tune ye. Dibejîn em misliman in. Edaleta van tune ye. Ev tişt ne şeriyat qebûl dike ne jî edalet. Devleta Îranê êrîşî kurdan dike. Em van êrîşan qebûl nakîn. Ev şiddet weke devletê AKP'ê ye. Em AKP jî sermezar dikin. Bila hikûmeta AKP destê xwe yê qirej ji nav kurd bikşîne."


Nerviye anî ziman ku dayik dixwazin ku girtî serbest bên berdan û wiha axivî: "Hemû dayikan zarokên xwe windakirine. Em destê xwe dirîjî azadiye dikin lê ew destê me jêdikin. Ev tiştî nayê qebûlkirin. Em naxwazin mirov bimirin. Em naxwazin rondikên çavên dayikan bên xwarê. Em dayik naxwazin darbestên zarokên xwe hembêz bikin. Em azadiyê dixwazin. Em dixwazin hemû girtiyên azadiyê serbest bên berdan. Em dibêjîn edî bes e."


Dayika Aştiyê Hava Kiran jî diyar kir ku zarokên wan li hemberî darvekirina têkoşînê dikin û wiha got: "Mixabin dewleta Îranê di girtîgehan de zarokên me dîl digire û wan darve dike. Ev yek li dijî mirovahiyê ye. Mixabin dewletekî weke Îranê daxwaza mislimantiyê dike. Em bang li dewleta Îranê dikin ku destê xwe ji zarokên me bikşîne."


(rt/zt)