Konê sersaxiyê yê bo Sîbel hatî vedan rastî mudaxeleyê hat

14:28

 


JINHA


EDENE - Şervana MLKP'ê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) ya di encama pevçûnên li Kobanê heberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da hat. Li Edeneyê ji bo Sîbel Bulut konê şînê hat vekirin. Lê polîs û komên zabitan êrîşî konê şînê kirin.

Endama MLKP'ê Sibel Bulut (Sarya Ozgur) ya di encama pevçûnên li heberî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanhê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Sîbel Bulut konê şînê danîn. Lê polîs û komên zabitan êrîşî konê şînê kirin. Konê şînê yê dihat xwestin di pêşengtiya ESP'ê, de bi piştgiriya ÎHD û Saziyên Civaki yên Sivîl li parka Înonuyê were vedan. Li derdorê konê şînê polîsên çevîk û zabitayên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê hatin dorpêçkirin, hate dîtin ku polîsên çevîk welatî derb kirin. Koma ku di nava polîs û zabitayan de man gelek kes ji erdê hatin derbkirin, piştî êrîşa polîsan gelek kes birîndar bûn.

Di rageşiyê de 10 kes hatin binçavkirin, hat zanîn ku polîsan derdorê parkê dorpêç kiriye û destûr nade kes nêzî parkê bibe. Lig ora agahiyan Mehmet Alî Gulşen, Can Aşur, Îbrahîm Bademci, Ozlem Cihan, Meral Tatar, Fecrî Atasever, Sebahattin Pişkinbaş, Denîz Can Anil, Cebraîl Gunebakan û Adnan Igirî hatin binçavkirin û ew birîne Midûriyeta Edeneyê.

Rageşiya derdorê parkê dewam dike.

(zt)