Jina Kobanê ya birîndar li nexweşxaneyê hat binçavkirin

14:40

 


JINHA


RIHA - Jina bi navê Emîne Mahmut a demek berê li Kobanê travmaya mejî derbas kir û bi riyên fermî ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê sewqî Rihayê hat kirin li nexweşxaneya lê dihat dermankirin hat binçavkirin.

Jina bi navê Emîne Mahmut (21) a li Kobanê travmaya mejî derbas kir û ji çavê xwe birîndar bû bi riyên fermî ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê sewqî Nexeşxaneya Dewletê ya Balikligolê ya Rihayê hat kirin û hefteyek bû li Beşa Cerrahî ya Mêjî dihata dermankirin. Îro ji bo Emîne bê emeliyatkirin ji Beşa Cerrahi ya Mêjî sewqî Zanîngeha Harranê hat kirin. Di dema sewqiyata nexweşxanê de Emîne ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Sedemê binçavkirina Emîne nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Edeneyê.

Welatiya weke refaqet li ba Emîne dima diyar kir ku ji ber travmaya mêjî nêzî hefteyekê ye Emîne li nexweşxaneyê dihat dermankirin anî ziman ku li ber derê menzela Emîne polîs hene û ew nizanin ji bo çi polîs li ber derê menzela Emîne di rawestin. Balkêşe ku di nava demên dawî de li hemberî welatiyên birîndar yên Kobanê êrîş zêde bûne.

(zt)