Eleqeya kursên Koneservatura Aram Tîgran zêdeye

08:48

 


Şêrîn Hiso/ JINHA


AMED -  Konservatuara Aram Tîgran ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, îsal bi pergalek nû zarokên beşa mûzîkê hilbijartin. Mamosteyê mûzîkê yê konservatuara Aram Tîgranê Neşet Guçmen diyar kir ku Hejmara serlêderan îsal zêde bû û wiha got: “Îsal zarok ne bi ezmûnan hatin hilbijartin. Ji bo zarokan kargehên mûzîkê hatin amade kirin û di riya van kargehan de me şagirt hilbijartin.”


Bi armanca tevlîbûna korsên mûzîkê 300 zarokan  serdana konservatuara Aram Tîgran kirin. Hejmara zêde ya zarokan bû sedem ku şert û mercên hibijartina zarokan bên guhertin. Konservatuata Aram Tîgran ya ku dest bi gavên yekem kiriye da ku konservatuarê bikin dibistanan zarokan ya mûzîkê, di heman demê de pergala girtina zarokan ya korsan jî guherandin. 300 zarokên serlêdan kirin tevlî kargehên mûzîkê bûn û bi mamosteyên mûzîkê re xebitîn. 40 zarok jî aliyê perwerdekaran ve hatin hilbijartin. 260 zarokên din jî di konservatuarê de weke şagirt ne hatin pejirandin, dê di Orkestra Rîtimên Xwezayî de bibin endam û dest bi xebatan bikin. Girêdayî xebatên nû yên Konservatuarê ji mamostayan Neşet Guçmen nirxandin kir.


‘Di riya kargehan de mirov asta zarokan baş nas dike’


Mamoste Neşet destnîşan kir ku ev 3 sal e xebatên taybet ji bo  perwedeya zarokan ya mûzîkê hatiye destpêkirin. Neşet bi bîrxist ku li konservatuara Aram Tîgran 4 polên zarokan hene, û 80 zarok niha di astên cûda de li konservaturê perwerdeya mûzîkê dibînin. Neşet bi lêv kir ku wan şert û mercên serlêderan yên îsal guherandin û wiha axivî: "Piştî tecrûbeyên me di perwerda zarokan de, me dît ku hibijartina zarokan di riya ezmûnekê de ne pergalek resen e. Dibe ku zarok di ezmûnê de nikaribin hezkirina xwe ya ji mûzîkê re nîşan bidin. Îsal 40 şagirtên zarok dê di polên mûzîkê yên cûda de perwerde bibin. Îsal me kargehên mûzîkê amade kirin û me ser vî esasî asta zarokan bêtir naskir. Di kargehan de mirov dikare zarokan kûrtir fam bike û ser vî esasî wan tesnîf bike."


‘ Dê waneyên zimanê kurdî jî bên dayîn’


 40 zarokên ku îsal tevlî Konservatuara Aram Tîgran bûne dê 6 salan di beşê mûzîkê de şagirt bimînin. Mamoste Neşet diyar kir ku ji sala yekem de dê perweda zimanê kurdî jî  ji bo zarokan bê dan. Herwiha ji sala duyemîn û pêde dê zarok  fêrî mûzîkê bibin û amûra xwe hilbijêrin. Neşet anî ziman ku xebatên koservatuara Aram Tîgran ji bo konservatuar bibe dibistanek mûzîkê bi taybet ji bo zarokan û wiha axaftina xwe bi dawîkir: “Şagirtên zarok dê ji sala duyemîm û pêde amûrên xwe yên weke keman, tembûr, erbane yan jî stranbêjî hilbijêrin. Me bingeha dibistana zarokan ya mûzîkê daniye, heya 2 salên din dê konswevatuara Aram Tîgran bibe dibistana mûzîkê ya zarokan. Bi vî awayî em ê hejmarek zêdetir li vir perwerde bikin. Zarokên ku îsal di beşa mûzîkê de nebûn şagirt dê ji bo Orkestreya Rîtimên xwezayî bixebitin. Ev hejmara zêde delîle ku lixwedîderketinek mezin ji alîyê malbatan ve heye, ev ji bo me kêfxweşiyek mezin tîne.” 


(şh/zt)