Li girtîgehan Kovara Hêviya Jinê nayê girtin!

09:41

 


Sarya Gozuoglu / JINHA


AMED – Kovara Hêviya jinê bi hincetên cuda negirtin girtîgehên herêmê û Tirkiyê û paşde şandin. Ji xebatkarên kovarê Şimel Çam bertek nîşanî rewşê da û wiha got: “Emê di rêyên hiquqî de sedema  van nêzîkatiyan bipirsin û ya pêwîst bikin. Bê xwestin emê lêpirsînê bidin despêkirin.”


Kovara Hêviya Jinê ya ku tenê jinan dike mijara xwe û ji aliyê jinan ve tê amadekirin nayê girtina girtîgehên weke Êlih, Stenbol, Edeme, Bandirma, Balikesir, Tokat, Kocaeli, Kirikkale, Silivri û Samsunê. Bêyî ku tu hincetê bên nîşandan yan jî rewşên komkirinê hebin ne girtin girtîgehan. Ji xebatkarên Kovara Hêviya Jinê Şimel Çam bertek nîşanî rewşê da û got: “Em kovara xwe ne tenê ji bo jinan di heman demê de ji bo mêrên di girtîgehan de jî dişînin. Ev sê salin em kovara xwe ji bo hemû girtîgehan dişînin. Lê ev cara yekeme 30 hijmarên kovara me ji aliyê îdareyên girtîgehan ve paşde vedigerînin.”


‘Tu sedemên paşde vegerandina kovara me nîne’


Şimel anî ziman ku tu sedemên berçav yên paşde vegerandina kovara wan nîne û wiha domand: “Kovarên paşde vegerandine hinek ji wan ser nivîsên fermî hene, hinek jî bi dest nivîsên weke ji aliyê îdareya girtîgehê ve nehatiye pejirandin hene. Heta girtîgehekê jî gotinên tehdîtkar yên weke ‘carekdinê neşînin’ nivîsîbû.” Şimel diyar kir ku ev tehdîd ne tenê ji bo kovara jinan di heman demê de tehdîdek ser hemû jinane û wiha berdewam kir: “Çî dibe bila bibe emê cardin vê kovarê bişînin girtîgehan.”


‘Bêxwestin emê lêpirsînê bidin despêkirin’


Şimel destnîşan kir ku kovara wan li herêmê, Tirkiye û derveyî welat xwe digihîne hemû deveran û wiha dom kir: “Emê bi rêyên zagonî van sedeman bipirsin û ya pêwîst bikin. Bêxwestin emê lêpirsînê bidin despêkirin. Heta niha tenê çend girtîgehan paşde vedigerandin. Sedema wê jî ji ber me ser navê hevalên xwe yên weke Sinan Yigit û Mahmut Aba yên cezayê muebeta girankirî girtine dişand bû. Ev jî gelek kêm dihat dîtin.” Şimel derbirî ku heya ew kovara xwe ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dişînin Girtîgeha Îmraliyê û wiha pêde çu: “Li gel ku Girtîgeha Îmraliyê ya herî tuştekê nagire jî lî hîna kovara me paşde ne vegerandiye.”


‘Dê tu gef nikarin çavên me bitirsînin’


Şimel axaftinên xwe wiha berdewam kir: “Tu gefên girtîgehan nikarin çavên me bitirsînin. Gelek hevalên me yên di vê kovarê de dixebitîn û paşê jî di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hene. Tenê ji bo vê jî be emê heya dawiyê xebatên xwe yê kovarê berdewam bikin û em ji hemû jinan alîkariyê dixwazin.”


 (zt)