Ji şerê 'Rûmetê' ciwanek 70'î salî

10:22

 


JINHA


RIHA - Welatiyê bi navê Nurî Ebbasî Bişêriyê (70) li eniya rojava 80 roj in li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gundê xwe diparêze û bi hinceta "westiya" ji aliyê hevalên wî ve şandin Pirsûsê. Bişêriyê got "Ez li vir nikarim bikim" careke din vedigere eniya parastinê.

Çeteyên DAIŞ'ê yên di 15'ê îlonê de bi armanca dagirkirina Kobanê de êrîşî gundên Cibnê, Mişko, Kor Elîe, Sêlîm, Qirran, Qerakoy, Hasmel, Çeloglu, Zaret û Xurxurê kirin. Welayên gund jî xeta parastinê ava kir. Kobaniyê ji bo berxwedanê tevlî YPG'ê bûn û tîmên gerok ava kirin derbên giran û windahiyên mezin dan çeteyên DAIŞ'ê. Welatiyê bi navê Nurî Ebbasî Bişêriyê (70) li eniya rojava 80 rojin li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di tîma gerok de cih girt û bi hinceta "westiya" ji aliyê hevalên wî ve şandin Pirûsûsê. Bişêriyê got "Ez li vir nikarim bikim" careke din vedigere eniya parastinê. Ji ber ya ku Bişêriyê vegere eniya parastinê 10 roj berê me wî re hevdîtin kir.

'Di bin çavdêriya wan de êrîş kirin'

Nurî diyar kir ku dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîş kirin û malên wan talan kirin leşkerên tirk jî weke ku hevparên wanîn temaşe dikir, leşker û çeteyan li ser xeta sînor sohbet dikir. Dîsan çeteyan li ser cihek nêzî sînor topa hewanê danîbû û êrîş dikirin. Nurî anî ziman ku herî dawî di 2 kanûnê de çeteyan li aliyê tirkiyê de welatiyên di navberê de mane êrîş kir. Nurî bi bîr xist ku dibin çavdêriya leşkeran de çeteyan êrîş kir malbata wî û komek nêzî 150 kesî sînor derbaz kirin hatin li Bircika Goktepe bi cih bûn.

'Çi bibe bila bibe ez ê vegerim'

Nurî bilêv kir ku hevalê wî ji bo bêhna xwe bide rêkirîne û ev tişt gotin: "Nêzî 10 roje ez li vir im. Ji bo ku ez vegerim cihê min lê şer dikir çûm li ser sînor. Lê belê leşkeran ez girtim û destûr nedan ku derbaz bibim. Lê tu çara wê tuneye çi bibe bila bibe ez ê vegerim, bi şertan bibe ez ê vegerim Kobanê çeka xwe bigrim û li hemberî çeteyan berxwedanê bikim."

'Eger ez bijîm yan bimrim bila li Kobanê be'

Nurî derbirî ku şervanên YPG/YPJ'ê li heberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedanek bêhempa dide meşandin û derbeyên giran li çeteyan dixin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Îro roja şerf û namûsê ye. Destê kê çekê digre bila vegere gundê xwe li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên hovane şer bikin û wan ji xaka me derxin. Bila çeka min û tutuna min hebe tiştek din ne xema mine. Eger ez bijîm yan jî bimrim bila li Kobanê be. Ji ber ku Kobanê rûmeta me ye."

(zt)