Aşme ya Berferêtê navê xwe li dîroka berxwedanê nivîsandin
10:30
JINHA
RIHA - Berxwedana Kobanê ya 93 roj li pey xwe hişt bi çîrokên qehremaniyê yên dê xwe dîrokê bidin nivîsandin ve tijî ye. Berxwedana gundê Aşme ya Berferêtê ya li ber çemê Firatê ye dema çeteyên DAIŞ'ê êrîş kirin 20 rojan li berxwe da, navê xwe li dîrokê nivîsand.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî kantona Kobanê ya di 15'ê îlonê de bi tank û topan da destpêkirin bi berxwedana bêhempa ya bi pêşengiha YPG û YPJ'ê ve hate şikandin. Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya ku ji Cerablus, Mînbîc, Girê Sipî û Raqqayê dest pê kir berxwedana li hin gundan ji niha ve kete rûpelên dîrokê. Çeteyan bi tank û hewanan êrîşî gundê Aşme a Berferêtê kirin û li vir gundî û YPG'iyan bi berxwedana 20 rojan navê xwe dan bihistin. Munzur Êlecax ê YPG'î diyar kir ku wan bihistine çete heta Rovî ya başurêrojavayê Kobanê çûne û li Aşmeyê berxwedan didome û ligel ku gundên dorê ketin jî Aşmeyê bi tena serê xwe 20 rojan li ber xwe daye.
'Aşme bû hêvî'
Munzur bilêv kir ku çeteyên DAIŞ'ê piştî dagirkirina Cerablusê li Şêxlerê bi cih bûne û wan jî li Boraz û Dergemanê dest bi berxwedanê kirine, nêzî 20 êrîşên çeteyan li Borazê şikandine lê piştî 15'ê îlonê bi tankan hatine dorpêçkirin û mecbûr mane paşve vekişin. Munzur got ku ew hem li Boraz hem jî Dergemanê 2 caran birîndar bûne û wiha berdewam kir: "Talîk û Qinê ya dora me ketibû. Me li ber xwe da lê çekên me ne wek hev bûn. Em mecbûr man paş ve vekişiyan. Em gihîştibûn gundê Rovî û me li wir li berxwe da. Me bihîst li Cehde û Qubbê yên li ber çemê Firatê pevçûn hene lê me ewil fêm nekir. Ji ber ku çeteyan ew noqte ji her alî 20 kîlometre derbas kiribûn. Piştre me fêm kir ku li wir heval û gundî li dijî çeteyan li ber xwe didin. Ev yek ji bo hemê yên li ber xwe didin bû hêvî û moral."
Munzur da zanîn ku li Aşmeya ku 3 aliyên wê bi tankan hatibû dorpêçkirin heta ku 4 aliyê wê hate dorpêçkirin berdewam kir û wiha got: "Dema ku bi her aliyan hate dorpêçkirin, dorpêç şikandin û derketin. Wî gundê şehîd da. Ez ne şaş bim du malbatên me dîl ketin. Lê bi berxwedana xwa ve navên xwe li dîrokê nivîsandin." Munzur diyar kir ku di berxwedana YPG'ê de hin gund ji ber êrîş^ne çeteyan hatine valakirin û wiha axivî: "Li girên Koşlî û Mumanê bi rojan me li ber xwe da. Li wer hevalên me yên bi qehremanê şehîd ketin hene. Heke çete bi hêza xwe ya bi ser me de hatin ve êrîşî Lubnan, Şam û Tirkiyeyê bikirana dê ew der teqez biketa. Berxwedana Aşmeyê li dijî hêzeke bi vî rengî ye. Hemû cîran ereb in. Yên şer dikin jî ji Aşmeyê moral girtin."
(zt)

