Li her konekê çîrokeke cuda...

10:52

 


JINHA


RIHA - Bi deh hezraan welatiyên axa xwe terkirin gelek kesan xizmên xwe winda kirin. Çirokên welatiyên li Pirsûsê di konbajaran de dimînin gelek bi êş in. Kesên gotin "Ez diçim axa xwe biparêzim" li eniya şer jiyana xwe ji dest dan, kesên malbatên wan ji aliyê çeteyan ve dîl hatin girtin, kesên li hemberî çeteyan berxwedan hwd. di her kon de çîrokeke cuda.

Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê cih û warên xwe terkirin û hatin Pirsûsê di konbajaran de dimînin jiyana her malbatê têkoşînê vedibêje. Welatiyê bi navê Bozo Silêman piştî malbata xwe ji destê çeteyan xilaskir û anî Konbajarê Arîn Mîrkan bi cih kir û careke din vegeriya Kobanê jiyana xwe ji dest da. Dîsa ji malbata Reşo ya li heman konbajar dimîne di dema çeteyan êrîş li gundên Hêjîr kir 3 kes hatin revandin. Malbata Muhammed jî piştî êrîşan dest pê kir piştî 3 herem guherîn hatin Pirsûsê.

'Ez diçima parastina axa xwe..'

Ji malbata Silêman Zeynep Silêman a ku berê li navenda Kobanê dijîn diyar kir ku piştî êrîş li navenda bajar kirin neçar man koçber bibin û bi 4 xwişk û birayên xwe û dayik û bavê xwe hatin Pirsûsê. Zeynep anî ziman ku pişt li konbajar bicih bûn birayê wê Bozo Silêman careke din vegeriya Kobanê û wiha got: "Piştî Bozo em anîn vir 3 roj şûnde ji bo parastina Kobanê vegeriya. Dema çû wêneyên xwe ji me re hiştin û got "Ez ji bo parastina axa xwe û şehîd bibin diçim" Zeynep da zanîn ku piştî birayê wê çû bi telefonê pê re diaxivîn lê birayê wê 10 roj berê di êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da.

Ji 3 kesên hatin revandin tu agahî nayên girtin

Jina bi navê Medîne Reşo jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê kurekî wê û du biraziyên hevserê wê revandin û piştî hatin Pirsûsê û drama dijîn vegot. Çend meh berê dema çeteyan êrîş li gundê Hêjîr ê Kobanê kir kurê Medîne Nebu Reş û biraziyên hevser wê Evdo û Muhammet Reşo hatin revandin. Medîne anî ziman ku di dema êrîşan de bi zorê ji destê çeteyan xilasbûn û wiha got: "Her tiştê me girtin. Gefên 'Heke hûn ji gund dernekevin em ê we serjêbikin' li me xwarin. Berê pere xwestin lê ji ber pere tunebû me gund terk kir. Nebû, Evdo û Muhammet bernedan." Medîne da zanîn ku pişt re hatin sînorê Pirsûsê û derbasbûn û tu agahî ji 3 kesên hatin revandin negirtin. Medîne bilêv kir ku ew dixwazin vegerin ser axa xwe û wiha axivî: "Biyanîbûn gelek zor e. Em dixwazin vegerin. Em ê li vir çi bikin û çawa bijîn em nizanin."

Li sê gundên mayîn jî çete hatinê 

Malbata Muhammed jî ji ber şer mexduriyetek mezin jiyîn. Îdrîs Şêx Muhammet diyar kir piştî çeteyan êrîş li gundê Berxbotan kirin sê herêm guherîn pişt re hatin Bakurê Kurdistanê û tiştên jiyîn wiha vegotin: "Yekemîn çeteyan êrîş li gundê me kir. Ewil me hinek ber xwe da lê piştre me gund terk kir. Pişt re me derbasî gundê Çortê bûn piştî êrîşa li hemberî gund em çûn gundê Têvşoyê. Piştî çeteyan êrîş li wî gundî jî kir me hatin xeta sînor." Îdrîs anî ziman ku li xeta sînor leşkeran ji wan re astengî derxistin û piştî 17 rojan gihiştin Pirsûsê. Îdrîs xwest ku vegerin Kobanê.

(zt)