Du jin bi hev re li ser piyan man

11:02

 


JINHA


RIHA - Welatiyên bi navê Şemsê Xîrarî (80) û Edlê Mixarî (82) ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê neçar man cih û warê xwe biterikînin û li Pirsûsa Rihayê bi cih bibin. Piştî ku ji malbata Şemsê û Edlê tu kes nema xwe li hevdu girtin û li ser piyan man. Mijar û hêviya herdu jinan jî Kobanê ye.

Bi deh hazaran walatiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û warê xwe bi terikinîn werin li Pirsûsa Rihayê di konbajaran de bi cih bibin û têkoşîna jiyanê didin. Ji wan jî du jinên Şemsê Xîrarî û Edlê Mixarî yên ji ber şer û pevçûnan ji malbatên xwe dûr ketin. Her du jinên li wargeha ji konbajarê Arîn Mîrkan dimînin, piştî ku xizmên xwe winda kirin alîkarî dan hev.

'Em hewl didin bijîn'

Şemsê Xîrarî ya 80 salî li Şamê dijiya. Berî sê salan hevserê Şemsê Osman û kurê wê Farûk ji aliyê rejîmê ve dîl hatin girtin. Şemsê Xîrarî ya bi tena serê xwe ma, li warê xwe Kobanê vegeriya. Şemsê got: "Ji ber ku bi tena serê xwe mam, li Kobanê bicih bûm. Bi şervanên YPG/YPJ'ê re li Kobanê gelek rojên xweş borîn. Lê belê di êrîşa dawî ya çeteyên DAIŞ'ê de ez hatim Pirsûsê. Lê ji ber ku bi tena serê xwe bûm, bi Edlê Mîxarî re em li heman konî man û bi hev re em hewl didin bijîn. Em li benda wê roja ku ciwanên kurd Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikine. Eger hevserê min û kurê min jî ji zîndana rejîma Sûriyeyê derkevin, em ê li Kobanê bimînin. Ew der heriya me ye, em birçî bimînin jî dixwazin li wir bijîn."

'Piştî vegerê jî em ê bi hev re bimînin'

Edlê Mîxarî ya 82 salî ku ji demê zûde hevserê xwe winda kir anî ziman ku 3 zarokên wê hene, lê belê dema derbazî Pirsûsê bû, zarokên xwe winda kiriye. Edlê bi gotinan behsa çîroka xwe ya zehmet kir: "Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kirin, ez ji gundê xwe ketim ser rê. Min zarokên xwe winda kir. Ew zewicîme û zarokên wan hene, lê çima li min nepirsîn fêm nakim. Niha bi Şemsê re li heman konî dimînim. Em her du bûne malbatek, piştî vegerê jî em ê bi hev re bimînin ji ber ku niha kesekî me tune ye. Em bi piştevaniya gelê xwe yê li vir dijîn. Yekane hêviya me paqijiya Kobanê ji çeteyan û vegera li xaka xwe ye."

(zt)