Ji Abdullah ê Kobanê 70 roj in agahî nîn e

11:07

 


JINHA


RIHA - Welatiyê bi navê Abdullah Mamoyê yê piştî êrîşa dagirkirinê ya li dijî Kobanê ji aliyê çeteyan ve hate revandin ev 70 roj in agahî nayê girtin. 

Abdullah Mamo yek ji welatiyên Kobanê yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye revandin e. Ji ber êrîşan Abdullah bi 8 zarokên xwe ve hate xeta sînor û dema li ber wesayîta xwe nobet digirt ji aliyê çeteyan ve hate revandin. Aqûbeta Abdullah yê ku malbata wî ev 70 roj in jê agahî nagirin nayê zanîn. Hevsera Mamo Leyla Oso û 8 zarokên wî li benda agahiyeke ku ji Abdullah bigirine. 

Leyla Oso ya ducanî ye wiha got: "Hevserê min li ber xeta sînor li ber wesayîta me nobet digirt. Dema ku ji bo xwe xwarinê bîne diçe gund ji wir ji aliyê DAIŞ'ê ve tê dîlgirtin. Ji ber ku hevserê min nesekiniyê bi çekan gulebaran kirine. Ez bixwe jî ducanî me û 8 zarokên min hene. Zarokê min ê herî mezin 13 salî ye."

Dayika Abdullah Mamo, Emîne Oso jî wiha got: "8 zarokên kurê min hene û piştî meheke zarokekî wî yê din jî bê dinê. Em li xeta sînor li ber wesayîtan bû. Niha em nizanin DAIŞ çima mirovên sivîl direvîne. Em dixwazin ji bo serbestberdana kurê min tiştek bê kirin."

(zt)